Ermenistan û Komara Azerbaycanê agirbes ragihandin; Sînornişînên îranî kêfxweş bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320280-ermenistan_û_komara_azerbaycanê_agirbes_ragihandin_sînornişînên_îranî_kêfxweş_bûn
Piştî ragihandina agirbesê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê, welatiyên ser sînor ên Îranê kêfxweş bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2020 10:53 Asia/Tehran
  • Ermenistan û Komara Azerbaycanê agirbes ragihandin; Sînornişînên îranî kêfxweş bûn

Piştî ragihandina agirbesê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê, welatiyên ser sînor ên Îranê kêfxweş bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li pey pevçûna Ermenistan û Komara Azerbaycanê li ser navçeya kêşeliser a Qerebaxê, wezîrê karên derve yên du welatan piştî gotûbêjeke dirêj digel Lavrov li Moskovayê, li ser pêkhatin aagirbesê li Qerebaxê li hev kirin û ev yek bû sebeb welatiyên Îranê yên bakurê parêzgeha Erdebîlê kêfxweş bibin.