-
Artêşa Tirkiyê û PKK derheq şerê li hemberî hevdu daxuyaniyên newekîhev didin
Tebax 30, 2020 21:43Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya ragihand ku 5 endamên PKK di encama opersyoneke wan li herêma Metînan li Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dane. Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya PKKê jî ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrgê li başûrê rojhilatê Tirkiyê êrişî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê kirine û hejmareke leşker hatine kuştin.
-
Li Agiriyê şer: 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Tebax 29, 2020 22:38Li navça Bazidê ya Agiriya li rojhilatê Tirkiyê di navber gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket û di encamê de 2 çawîşên pispor ên Tirkiyê hatin kuştin.
-
Li Sêrtê stasyona bazê hate îmhakirin
Tebax 29, 2020 13:03Li navçeya Hawêl a Sêrtê, li dijî stasyoneke bazê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encamê de stasyon hate îmhakirin.
-
Tirkiyê mûçeyê cerdevanan bo şerê derveyî sînor zêde kir
Tebax 23, 2020 23:40Serokê Giştî yê Konfederasyona Cerdevanan li Tirkiyê Ziya Sozen ragihand ku mûçeyê cerdevanên li derveyî sînorên Tirkiye û herêmên kurdî yên Tirkiyê beşdarî operasyonan dibin, ji 2 hezar û 730 lîreyên Tirkî bo 6 hezar û 150 lîreyan hate zêdekirin.
-
Tirkiyê dibêje 4 endamên PKKê kuştin, PKK jî dibêje 10 leşkerên Tirkiyê kuştine
Tebax 21, 2020 16:59Wezareta karên hundir a Tirkiyê dibêje li parêzgeha Agirî li rojhilata vî welatî 4 endamên PKK kuştin. Ji aliyê din ve PKKê dibêje: Li Biradostê wesayîtek leşkerî ya artêşa Tirkiyê teqandiye û 10 leşkerên vî welatî kuştin.
-
PKKê bi Dronan êrişî serbazên Tirkiyê kir
Tebax 21, 2020 11:21Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê hêzên PKKê bi Dronên (balafirên bê mirov) bombebarkirî êrişî serbazên wan kirin, lê ew Drone hatine jinavbirin.
-
Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyonekî nû kir
Tebax 19, 2020 14:57Hêzên ewlehiya Tirkiyê li hember şervanên PKKê dest bi operasyoneke nû kirin.
-
Tirkiye dibêje me 2 endamên PKK û PKK jî dibêje me 8 leşker kuştin
Tebax 19, 2020 13:58Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya ragihand ku di encama operasyoneke balafirên wan yên şer de li Herêma Kurdistanê, 2 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane. PKKê di daxuyaniyekê de ragihand ku herêma Heftanînê 7 leşkerên Tirkiyê kuştine.
-
PKK: Me helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê xiste xwarê
Tebax 17, 2020 23:33Partiya Karkerên Kurdistanê ya Tirkiyê (PKK) ragihand; li devera Çarçela du helîkopterên artêşa Tirkiyê kirine armanc û yek ji wan ketiye xwarê.
-
PKK: 10 leşkerên tîmên taybet ên Tirkiyê û 6 endamên PKKê hatin kuştin
Tebax 17, 2020 11:10Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku hêzên wê 10 leşkerên tîmên taybet ên dewleta Tirkiyê, hatine kuştin.