-
PKK: Nûçeya ''Hêzên PKKê li Ermenistanê şer dikin', derew e
Cotmeh 03, 2020 23:23Berdevkê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya PKK’ê Serdem got: "Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji ber şerê Azerbeycan-Ermenistanê derbarê tevgera me nûçeyên derew belav dike, di serî de li dijî gelê me û gelan dixwaze dijminahiyê kûrtir bike.”
-
Li Qersê 19 berpirs û endamên HDPê hatin girtin
Cotmeh 01, 2020 12:19Li bajarê Qersê yê rojhilatê Tirkiyê, 19 kes bi tometa endametiya PKKê hatin girtin.
-
Îdiaya medyayên Tirkiyê: 300 şervanên YPG'ê bo Ermenistanê hatine şandin
Îlon 30, 2020 18:10Medyayên Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên vî welatî îdia kirin ku 300 hêzên leşkerî yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo navçeya Qerebaxê hatine şandin da ku tevlî şerê Ermenistanêû Komara Azerbaycanê bibin.
-
Duran Kalkan: "Bêyî îzna PDKê, Tirkiyê nedikarî derbasî Herêma Kurdistanê bibe"
Îlon 16, 2020 11:25Kalkan tevî rexneya ji rola Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) di êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê da, rêveberiya Herêma Kurdistanê bi sûcê dayîna îznê bo Artêşa Tirkiyê jibo ketina nav Herêmê tawanbar kir.
-
Li Geverê di encama êrişa PKKê de 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Îlon 15, 2020 17:49Şervanên PKKê li Geverê li dijî artêşa Tirkiyê ku operasyonek da bû despêkirin, êrişek pêk anî ku di encamê de 7 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin ku yek ji wan payebilind bû.
-
Ukrayînê endamekî dercebilind ê PKK da ber destê Tirkiyê
Îlon 12, 2020 13:54Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê(MÎT) di encama operasiyonekê li Ukraynê de endamekî kevn ê PKKê û endamê Konseya Rêveber a PKKê girt.
-
Cengê artêşa Tirkiyê û PKK
Îlon 11, 2020 23:04Wezareta Karên Hundirîn ê Tirkiyê diyar kir ku artêşa vî welatî li parêzgeha Sirtê li dijî PKK operasiyonek daye despêkirin. PKK jî dibêje ku li Wanê 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
-
Wanê; Operasyona eskerî ya artêşa Tirkiyê li herêma Nordîz dest pê kir
Îlon 08, 2020 16:54Li herêma Nordîz a girêdayî navçeya Peyîzava ya Wanê, bi tevlîbûna hezar û 40 esker, polîs û cerdevanan dest bi operasyona dijî PKKê hat kirin.
-
Artêşa Tirkiyê û PKKê amarên şerê xwe belav kirin
Îlon 06, 2020 13:10PKKê ragihand ku hêzên wê li Colemêrgê li yekîneyên veşartî yên artêşa Tirkiyê dane û di encamê de 2 leşker kuştine. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje ku ji destpêka operasyona Heftenînê ve 320 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane.
-
Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin
Îlon 06, 2020 13:09Li parêzgeha Bedlîsê ya kurdên Tirkiyê bi hinceta operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê yên dijî PKKê li 24 gundên sînorê wê parêzgehê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin.