-
Serokê Komîsiyona Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê: "Bawer nakim PKK û PDK bikevin şerê hevdu"
Mijdar 05, 2020 09:13Serokê Komîsiyona karên Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê berovajiya hin kesayetiyan ku dibêjin dê bi zûtirkê pevçûneke leşkerî navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biqeweime, destnîşan kir ku qewimîna şêrr muhtemel nîne.
-
PKK: Hêzên PDK'ê êrîşî kampa me ya li Garê kir
Mijdar 04, 2020 20:51Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku hêzên PDK’ê hewl dan bikevin kampên hêzên me li Garê û got: “Tevî vê hewldana êrîşê jî hêzên me şer nekirin û çek bi kar neanîn.”
-
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê: Em êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dikin
Mijdar 04, 2020 18:48Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike û radigihîne, "Êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor tê dîtin".
-
Jeffrey: PKKê rêxistineke terorîstî ye bila ji Sûriyê derkebe
Mijdar 04, 2020 18:35Şandeyê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey rêxistina PKK wekî komeke terorîstî bi nav kir û xwest ku ew bitûm ji nav Sûriyê derkeve.
-
Televîzyona K24: PKKê êrişî hêzên Pêşmerge kirin, kuştî û birîndar hene
Mijdar 04, 2020 15:44Televîziyona K24 ya ser bi PDKê dibêje li devera Çemankê ya bajarokê Amêdî yê Dihokê, hêzênên PKKê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
-
Daxuyaniyên PKK û Dewleta Tirkiyê derbarê kuştina hêzên hevdu
Mijdar 02, 2020 23:48PKK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li qada Xantûrê ya Heftanînê bi çalakiyeke taybet 6 hêzên Tirkiyê hatine kuştin ku yek ji wan fermandar bû. Ji aliyê din ve dewleta Tirkiyê jî dibêje 9 endamên PKK li bakura Iraqê kuştine
-
Berdevkê Kazimî: Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê hinek hêrs kirine
Cotmeh 28, 2020 23:49Dewleta Iraqê ragihand ku lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê Şengalê hinek hêrs kirine.
-
Murad Qarayliyan: Têkiliya PDKê digel Tirkiyê li ser xêra berjewendiyên kurdan nîne / Gelo haya Mesûd Barzanî ji kiryarên partiya bin desthilata wî da heye?
Cotmeh 28, 2020 16:51Endamê Komîteya Rêbertiyê ya PKKê tevî amajeya bi vêya ku hevkariyên istixbaratî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digel Tirkiyê li ser xêra berjewendiyên kurdan û heta berjewendiyên Partiya Demokrat jî nîne, got: Em dixwazin nêrînên Mesûd Barzanî bizanin; Gelo haya wî ji kiryarên partiya bin desthilata wî da heye?
-
PDK hêzeke taybet li gel çekên giran şande herêma Garê
Cotmeh 25, 2020 22:24PDK hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran şande herêma Garê. Li gorî çavkaniyên herêmî PDK li herêmên hêzên PKKê dixwaze bicih bibe û mijûlî çêkirina çeper û baregehên nû dibe.
-
Mêrgereş- Helîkopterên Tirkiyê gulle reşandin
Cotmeh 23, 2020 17:13Artêşa Tirkiyê bi henceta şerê li dijî PKKê li nêzîkî gundê Mêrgereş ê ser bi nahiya Sîdekanê yê Herêma Kurdistanê bi rêya helîkopteran bi tundî gulle reşandin reşandin.