Parêzgarê Dihokê bêyî ku balê bikişîne ser herêmên dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxwaz kir hêzên PKKê ji Herêma Kurdistanê derkevin û êdî ziyanê negihînin xelkê Herêma Kurdistanê.
PKK’ê ragihand ku şeva 20’ê Gulanê li derdora gundê Mangişkê yê Dihokê li Herêma Kurdistanê, 4 şervanên ji tedawiyê vedigeriyan di êrişa hewayî ya dewleta Tirkiyê de hatin kuştin.
Li gor nûçeyên medyaya PKKê, li navçeya Avaşînê 6 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê ragihandin; Hemî bijarde jibo sekinîna li dijî dewama destdirêjiyên Enqerê û binpêkirina hakimiyeta vî welatî li ser maseyê ne.
PKKê aşkere kir ku ew 6 gerîlayên ku peywendî li gel wê qut bûbû, di êrişên balafirên cengî yên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha PKKê li gel nasnama wan gerîlayan, kuştina 9 leşkerên Tirkiyê jî ragihand.
Di operasyona hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya Tirkiyê de li bakurê Iraqê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Polîsê Tirkiyê di operasiyonekê da 10 gumanbarên endamtiya li PKKê girtin.
Artêşa Tirkiyê rêya sereke ya gundê Hirûr û derdora gundên Kêste û Çêlka Krîstiyanan bi tundî bombebaran kirin û di encamê de agir bi derdora çar gundan ket û boriya ava gundê Bazîva jî teqiya.
Li bajarên kurdnişîn ên Şirnex û Êlih li başûrê rojhilatê Tirkiyê şeva derbasbûyî du binkeyên leşkerî bi dronan hatibûn armancgirtin û PKKê îro berpirsyariya wan êrişên esmanî li xwe girt.
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye êrişa li dijî Heştemîn Fermandariya Firînê ya Amedê lixwe girt.