PKKê kuştina 9 leşkerên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ragihand. Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî, di êrişên hêzên wan de 11 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Balafirên şer ê Tirkiyê bi heceta şerê li dijî PKKê gundê Sînemeko yê nehya Sengeserê bordûman kir û ji ber wê bordûmanê 2 kesên sivîl ên xelkê herêmê birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê a ku gelek dever li bakura Iraqê dagir kirine gundên Minnê û Bankê yên dikevin ser bajarokê Batûfa topbaran kirin. Ji ber topbaranê cereyana her du gundan jî qût bû.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje ku 7 endamên PKKê li Çiyayê Gareyê yê parêzgeha Dihokê hatine kuştin.
PKK’ê ragihand ku hêzên PDK’ê êrîşî 7 şervanên wê kirine û ew her 7 kuştine û ev êrişa PDK wekî xiyaneteke eşkera li hemberî kurdan daye zanîn.
Şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de berdewam in. PKKê kuştina 5 serbazên Tirkiyê li Avaşînê û nasnama 2 şervanan ragihand û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje, li Gare 7 şervanên PKKê di êrişên wan de jiyana xwe ji dest dane.
Firokeyên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir.
HPG dibêje, li herêma Tendureka Agiriyê 10 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî roja 30ê Tebaxê, 12 hêzên PKKê di êrişên hêzên wan de jiyana xwe ji dest da.
Ji ber bordumankirina balafirên Tirkiyê û topxanên artêşa Tirkiyê 2 hemwelatiyên kurd li gundê Sîdanê yê li devera Rêkanê li Herêma Kurdistanê birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu weke nûnerê Tirkiyê beşdarî civîna Bexdayê bûye û di gotara xwe de, zêdetir behsa şerê li dijî PKKê û kurdên Sûriyê kir.