-
Cîgirê Wezîrê Pêşmerge: Êrîşa PKKê li dijî hemû destkeftiyan Herêma Kurdistanê ye
Mijdar 06, 2020 23:52Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyê ya Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên PDKê şermezar kir û da zanîn ev êrîş li dijî hemû destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye.
-
Serokê Komîsiyona Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê: "Bawer nakim PKK û PDK bikevin şerê hevdu"
Mijdar 05, 2020 09:13Serokê Komîsiyona karên Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê berovajiya hin kesayetiyan ku dibêjin dê bi zûtirkê pevçûneke leşkerî navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biqeweime, destnîşan kir ku qewimîna şêrr muhtemel nîne.
-
PKK: Hêzên PDK'ê êrîşî kampa me ya li Garê kir
Mijdar 04, 2020 20:51Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku hêzên PDK’ê hewl dan bikevin kampên hêzên me li Garê û got: “Tevî vê hewldana êrîşê jî hêzên me şer nekirin û çek bi kar neanîn.”
-
Televîzyona K24: PKKê êrişî hêzên Pêşmerge kirin, kuştî û birîndar hene
Mijdar 04, 2020 15:44Televîziyona K24 ya ser bi PDKê dibêje li devera Çemankê ya bajarokê Amêdî yê Dihokê, hêzênên PKKê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
-
Besê Hozat: Xweseriya Herêma Kurdistanê li ber xeterê ye / Kiryarên PDK ragihandina şêrr e
Mijdar 03, 2020 22:56Hevseroka Konseya Rêbertiyê ya Koma Civatên Kurdistanê (KCK) hişyarî da ku tevgerên leşkerî yên Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) nîşana hevkariya vê partiyê di planên hikûmeta Tirkiyê ye û ragihandina şerekî ye ku dê destkeftên kurdan li Herêma Kurdistanê ji nav bibe.
-
Murad Qarayliyan: Têkiliya PDKê digel Tirkiyê li ser xêra berjewendiyên kurdan nîne / Gelo haya Mesûd Barzanî ji kiryarên partiya bin desthilata wî da heye?
Cotmeh 28, 2020 16:51Endamê Komîteya Rêbertiyê ya PKKê tevî amajeya bi vêya ku hevkariyên istixbaratî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digel Tirkiyê li ser xêra berjewendiyên kurdan û heta berjewendiyên Partiya Demokrat jî nîne, got: Em dixwazin nêrînên Mesûd Barzanî bizanin; Gelo haya wî ji kiryarên partiya bin desthilata wî da heye?
-
Endamê komîta navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Sûriyê: Gotegota bêtifaqî û rawestandina muzakirên kurdên Sûriyê rast nîne
Cotmeh 26, 2020 16:11Endamê komîta navendî ya partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê( PDK-S) got: Muzakira kurdî-kurdî dê bidome.
-
PDK hêzeke taybet li gel çekên giran şande herêma Garê
Cotmeh 25, 2020 22:24PDK hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran şande herêma Garê. Li gorî çavkaniyên herêmî PDK li herêmên hêzên PKKê dixwaze bicih bibe û mijûlî çêkirina çeper û baregehên nû dibe.
-
Êzidiyên Efrînê: Destê dewleta Tirkiyê di lihevkirina Şengalê de heye
Cotmeh 20, 2020 11:01Êzidiyên Efrînê rave kirin ku ew lihevkirina dawîn a di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de têkildarî rêveberiya Şengalê, red dikin. Her wiha destnîşan kirin ku ew baş dizanin ku dewleta Tirkiyê li dû wê lihevkirinê ye.
-
Hikûmeta Kurdistanê şewitandina Ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha PDKê şermezar kir
Cotmeh 17, 2020 22:49Hikûmeta Herêma Kurdistanê şewitandina Ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê şermezar kir û ragihand, her core êrîş û destdirêjiyek ji aliyê her kes û komekê ve bo ser sembolên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên wê nayê qebûlkirin.