Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Parlimana vî welatî got: Rêya herî baş ji bo liyektêgihîştin û hevhatina du partiyên sereke yên kurdistanî, rûniştina li dor maseya gotûbêjê ye.
Rayedarekî agah li Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ku nexwest navê wî were birin, îdia kir: Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Tirkiye zextê tînin ser YNK'yê da ku soznameya veguhestina gaza xwezayî ya navçeya Kurmorê bo Tirkiyê qebûl bike.
Kovara Glob ECO'yê nakokiya du partiyên serdest li Herêma Kurdistana Iraqê li ser cîgehên dewletê ji hokarên nekemilandina dewleta vî welatî ya nû di dema xwe da zanî.
Hin çavkaniyên agah qala diyarbûna dema lidarxistina civîna parlimana Iraqê kir.
Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) qala diyarbûna berendamê partiyên kurd ên vî welatî ji bo serokomartiyê kir.
Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku vedibijêre biryareke hevpar ji aliyê komên siyasî va derbarê mijara hilweşandina parlimanê were dayîn.
Cîgirê serokê parlimana Iraqê û endamê taxima gotûbêjker a Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku heta niha tu lihevkirinek li ser berendamê serokomartiya vî welatî pêk nehatiye.
Şêwirmendê rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir: Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê eger bixwaze dewleta nû damezirîne, divê Tevgera Sedir razî bike.
Li serokatiya Herêma Kurdistanê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert cara duyemîn li gel hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya. Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê mijare sereke ye hevdîtinê ye.
Endamê Konseya Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) tevî rexneya ji siyasetên YNK û PDKyê, got: Eger PDK derbarê lihevkirina xwe ya sêalî piştrast e, vêca çma naveroka wê ranagihîne?