“Hin partîyên sîyasî astengan ser rêya pejirandina pêşnuma bûceya giştî derdixin”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i338771-hin_partîyên_sîyasî_astengan_ser_rêya_pejirandina_pêşnuma_bûceya_giştî_derdixin
Endamekî Partîya Demokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) hin partîyên sîyasî bi derxistina astengan ser rêya peywendîyên Hewlêr-Bexdayê û pejirandina pêşnuma bûceya sala 2023an tawanbar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 12, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • “Hin partîyên sîyasî astengan ser rêya pejirandina pêşnuma bûceya giştî derdixin”

Endamekî Partîya Demokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) hin partîyên sîyasî bi derxistina astengan ser rêya peywendîyên Hewlêr-Bexdayê û pejirandina pêşnuma bûceya sala 2023an tawanbar kirin.

Rêbîn Selam endamê PDK’yê got: “Hin partîyên sîyasî li Iraqê ser rêya her cure lihevkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê ya têkildarî pejirandina pêşnumaya bûceya sala 2023an astengan derdixin.”

Wî herwiha got: “Tenha pirsgirêka di navbera Hewlêr- Bexdayê da ne li ser pişka Herêma Kurdistanê ji bûceya gitşî ya Iraqê ya sala 2023an ye, belkî hin alî hene ku hewil didin raya giştî bixapînin û wan dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê han bidin û ev jî nayê qebûlkirin, ji ber ku hin pirsgirêkên din jî di navbera Hewlêr- Bexdayê da hene ku pejirandina pêşnuma bûceya giştî ya Iraqê asteng dikin.”