Partiya Yekitiya Demokratîk a kurdên Sûriyê (PYD) bombebarana Kampa Mexmûrê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir, herwiha ragihand Tirkiyê êrişa li Metîna ya ser hêzên Pêşmerge ku bû sedema kuştina 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pêk aniye.
Osman Ocalan siyasetmedarê Kurd û birayê rêberê PKKê yê girtî dibêje, destê Tirkiyê, di êriş û şerê li Metîna heye ku di encama wî şerî de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metînayê li qezaya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, her êrîşekê li ser hêza Pêşmerge red dike.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku tevî şermezarkirina êrîşa PKKê ser hêzên Pêşmerge yên Herêmê, PKKê hişyar dike ku hêzên xwe ji Herêmê derxîne.
Qayîm meqamê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 5 hêzên Pêşmerge yên Zêrevaniyê li Çiyayê Metînayê di pevçûna digel hêzên PKKê da hatine kuştin.
Çavkaniyeke leşkerî ya Iraqê ragihand, Hêzên Pêşmerge dê vegeriyana xwe bo parêzgeha Kerkûkê piştî lihevhatin atev dewleta federal a Iraqê dest pê bikin.
Terorîstên DAIŞê li navçeya Gulaleyê ser bi Kifriyê êrîşî xaleke sengerê Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî kirin ku di encama êrişê de Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da.
Fermandarekî Pêşmerge îdia kir ku li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê qala êrîşa çeteyên DAIŞê li ser baregehên van hêzan di mihwera Kerkûkê da kir.
Berpirsê Sengerê Rojavayê Kurkûkê ya Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Nûrî Heme Elî ragihand ku li navça Pirdê sê mûşek ber bi aliyê hêzên pêşmerge hatin avêtin, lê ti ziyank li wan neketiye.