Çaverêtî ji bo zzêdebûna daxwazê li Çînê û kêmbûna depoyên Amerîkayê, bihayê neftê li bazarên cîhanî gihande 113 dolar di her bermîlê da.
Fraksiyona tirkmenan li Meclîsa Iraqê xwest ku dewleta navendî ya vî welatî meydanên neftê yên di bin kontrola Herêma Kurdistanê bi rêya leşkerî bistîne.
Berdevkê Kompaniya neteweyî ya Neftê ya Yemenê qala desteserkirina tankêreke din a ardûya vî welatî ji aliyê Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî va kir.
Rêberekî Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê îro tekez kir ku bîrên neftê yên Kerkûkê hokara sereke ya êrîşên berdewam ên Tirkiyê li ser Iraqê ji 30 sal berê va ye.
Agir bi depoyeka neftê li devera Tancero ya Silêmaniyê ket. Şewat di demek kurt de hat kontrolkirin.
Li Nîjerya (Nîceriya) duh agir bi depoya parzûngeheka neftê ket, di encama şewata vê parzûngehê de herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan.
Berdevkê Kompaniya nefta Yemenê ragihand ku hevpeymaniya siûdî dest daniye ser keştiyeke din a ardûya vî welatî.
Cîgirê duyem ê serokê Parlimana Iraqê destnîşan kir ku dadgeha federal a vî welatî dizane ku hikmê ku derbarê neqanûnîbûna çalakiyên neftê yên Herêma Kurdistanê daye, çewt e.
Wezareta nefta Iraqê îro li Bexdayê mzûvana Taximeke Herêma Kurdistanê ye da ku mijara dosyeya lihevalyayî ya neftê vekolîne.
Hêzên dagîrker ên Amerîkayê bi berdewamî dizîna çavkaniyên nefta Sûriyê didomînin û bi dehan tankerên petrolê ji wî welatî derbasî Iraqê kirine.