-
Hewl tê dayîn nuneratîyên Îranê li Erebistanê berî Heca Temettu’ê bên vekirin
Nîsan 12, 2023 18:02Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê aşkira kir ku desteyeke îranî bi merema vekirina balyozxane û serkonsulxana Îranê çûye Rîyazê û got: Hewil tê dayîn nuneratîyên Îranê li Erebistanê berî Heca Temettu’ê ya îsal bên vekirin û çalakkirin.
-
Kenanî: Welatên îslamî divê nehêlin raya giştî ji ser meseleya Filistînê bê xalifandin
Nîsan 11, 2023 15:23Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Welatên îslamî berpirsyar in ku nehêlin Rejîma Sîyonîst alûgurên sîyasî yên herêmê ji bo xalifandina raya giştî ji ser meseleya Filistînê bi kar bîne.
-
Kenanî: Hêrsbûna Netanyahû û Sunak ji alûgorên erênî li navçeyê ne ecêb e
Adar 25, 2023 18:31Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, wek berteka li himber hevdîtina serokwezîrên Brîtanya û Rejîma Siyonîst li Londonê teqez kir: Hêrsbûna van du kesan ji alûgorên erênî li navçeyê ne tişteke ecêb e.
-
Kenanî: Parlimana Ewropayê veguherîye cihekî ji bo belavkirina nefretê dijî gelê Îranê
Adar 17, 2023 18:18Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Parlimana Ewropayê jî veguherîye cihekî ji bo belavkirina nefretê dijî gelê Îranê.
-
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Îran amadeyî cihhatina aşitiyê li Ukraynê ye
Adar 13, 2023 18:30Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Tehran hema ji destpêkê va dijberê şerê Ukraynê bûye û amadetiya Komara Îslamî ya Îranê bo cihhatina aşitî û rawestandina şêr li Ukryanê ragihand.
-
Kenanî: Danûstandina girtiyan, bila nebe darê destan bo lîstikên siyasî
Adar 13, 2023 15:59Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, bal kişand ser berteka seyr û ecêb ya aliyê amerîkî di warê danûstandina girtiyan di navbera her du welatan de û got: Komara Îslamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku danûstandina girtiyan, mijareke tam însanî ye ku divê nebe darê destan bo lîstikn siyasî.
-
Kenanî: “Roja Cîhanî ya Jinan veguherîye derfeteke sûdwergirtina sîyasî ya narewa ji bo rayedarên welatên rojavayî”
Adar 09, 2023 18:10Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, “Roja Cîhanî ya Jinan” mijarek ji bo sûdwergirtina sîyasî ya narewa ji bo rayedarên welatên rojavayî zanî.
-
Kenanî: Alman divê ji ber karnameya xwe ya sedema şermê ya berê himberî gelên Îran û Iraqê dawa lêborînê bike
Adar 08, 2023 17:44Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê gotinên Wezîra Karên Derve ya Almanê yên dijî Îranê li Bexdayê şermezar kir û got: Wezîra Karên Derve ya Almanê divê berî her tiştî ji ber karnameya hikûmeta vî welatî ya sedema şermê ya berê himberî gelên Îran û Iraqê lêborînê bixwaze.
-
“Îran yê pêbendî rêya dîplomasiyê be”
Adar 06, 2023 18:46Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê yê pêbendî rêya dîplomasiyê bûye û yê pêbendî vê rêyê jî bimîne û got: “Îran çav li rê ye ku demajoya civîna Konseya Biryarderan a Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) di pêvajoya xwe ya teknîkî de bi pêş de here.”
-
Kenanî: “Helahela û derewgotinên medyayan derbarê Îranê de, ne tişteke teze ne”
Adar 06, 2023 14:26Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku helahela û derewgotinên medyayan derbarê Komara Îslamî ya Îranê de teze nînin û destnîşan kir ku di mehên derbasbûyî de ji ber hegerên curbicur ev helahela û derewgotin berfirehtir jî bûne.