Piştî sê salan lidarnexistinê ji ber pandemiya Koronayê, rêûrisma axaftina Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di roja yekem a sala 1402an li Herema paqij a Îmam Reza (S) li bajarê Meşhedê dê were lidarxistin.
Yekem “Etlesa Sê-Rehendî ya Çêv” (VirEye) ya Îranê bi têkoşîna mamoste û xwendekarên Koma Hînkariya Pizîşkî ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê, li Parêzgeha Xorasana Rezewî, hat dîzaynkirin û berhemanîn.
Emeliyata pêvegirêdana 'Destê Biyonîk' bi şêwaza kontrolkirina kepsûlên hesinkêş li Zanîngeha Zanistên Pizîşk ya Meşhedê li bakurê rojhilatê Îranê bi cih hat.
Sebebkarê şehîdkirina şehîd Zeynalzade û Rezazade îro li ber çavê gel hat darvekirin.
Serokwezîrê Iraqê, encamên yekem serdana xwe ya fermî bo Îranê erênî nirxandin û daxwaza hevkariya dualî tev vî welatî kir.
Cenazeyên 11 şehîdên bûyera terorîstî ya Şahçirax, piştî ku li Şîrazê hatin oxirkirin, ji bo ku li dora mezara pîroz a Îmam Riza (e.s) bên tewafkirin, gihîştin balafirgeha navdewletî ya Şehîd Haşimînejad a Meşhedê.
Merasîma salvegera şehadeta Îmam Riza (S) Îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê li seranserê Îranê hat lidarxistin.
Mezara pîroz a Hezretî Semîn el-Hucec Elî îbinê Mûsa el-Reza (Silavên Xwedê lê bin), îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê, bi amadebûna Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di atmosfereke tijî manewiyet de hat tozgîrîkirin.
Bi boneya salvegera jidayikbûna Îmam Riza (S) mezargeha pîroz a îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê li Meşhedê bi amadebûna xizmetkar û ziyaretkeran bi gulan hat xemilandin.
Îşev, şeva 21`ê meha pîroz a Remezanê, duyemîn şeva ji şevên qedrê ye û xelkê seranserê Îranê bi amadebûna li mizgeft û cihên din ên mezhebî, rê û resma şeva qedirê li dar dixin.