-
Rûhanî bo Mekron: Bila Ewropa nekeve ber bayê Amerîkayê
Tebax 12, 2020 15:21Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî bi Serokomarê Fransayê ra tevî amajeya bi vêya ku kiryarên Amerîkayê hertim jibo jinavbirina Peymana Atomî bûne, got: Nabe ku Ewropa bikeve bin bandora Amerîkayê û davika vî welatî.
-
Hejmara kuştiyên teqîna Beyrûtê gihîşte 163 kesan
Tebax 11, 2020 12:12Hejmara kuştî û qurbaniyên teqîna Beyrûtê gihîşt 163 kesan û hejmara birîndaran jî gihêştiye nêzîkî 6 hezar kesî.
-
Nimandina ala Lubnanê li ser Birca Azadî ya Tehranê
Tebax 11, 2020 05:33Birca Azadiya Tehranê ji bo nîşandana hevderdiya netewê Îranê bi netewê Lubnan re piştî teqînên mezin ên Beyrûtê bi rengê Ala Lubnanê hat xemlandin.
-
Serokwezîrê Lubnanê îstifa kir
Tebax 11, 2020 05:12Piştî teqîna 4’ê Tebaxê ya li paytexta Lubnan Beyrûtê û şûnde, xwepêşandanên protestoyî yên gel destpê kir. Piştî çalakiyên gel jî ji hikûmetê li ser hev wezîran îstifaya xwe dan. Niha jî Serokwezîr Hesen Dîab îstifaya xwe da.
-
Wezîra Ragihandinê ya Lubnanê îstîfa kir
Tebax 09, 2020 17:58Piştî teqîna Sêşemê ya li paytexta Beyrûtê Wezîra Ragihandinê ya Lubnanê Manal Ebdul Samed îstîfa kir. Van rojên dawî gelek wekîlan jî îstîfaya xwe dabûn.
-
Xwepêşanderên Lubnanê bi ser dezgehên hikûmetê de girtin
Tebax 09, 2020 08:20Li paytextê Lubnanê bajarê Beyrûtê bi hezaran xwepêşanderan daketinin cade û kolanên bajêr û ji ber teqîna 4ê Tebaxê ya li wî bajarî rêveberiya siyasî protesto kirin. Hejmareke xwepêşanderan ketin nav avahiya Wezareta Derve ya Lubnanê daxwaza hilweşandina desthilatdariyê kirin.
-
Rêjîma Siyonîst balefira bêmirov a xwe xist xwarê
Tebax 08, 2020 15:21Rojnameyeke Rêjîma Siyonîst ragihand ku Artêşa Israîlê balefireke xwe ya bêmirov bi şaşitî xistiye xwarê.
-
Wezîrê karên derve yê Libnanê ji gotinên Seyid Hesen Nesrullah pêşwazî kir
Tebax 08, 2020 05:25Wezîrê karên derve yê Libnanê ji gotinên Seyid Hesen Nesrullah, Sêkrêtirê giştî yê Hizbullaha Libnanê pêşwazî kir.
-
Hejmara qurbaniyên li Beyrûtê bû 154 kes
Tebax 07, 2020 11:51Li gorî bîlançoya dawî, kesên ji ber teqînên roja Sêşemê yên li paytexta Lubnan Beyrûtê jiyana xwe ji dest dan bûn 154 kes.
-
Îranê ji gelê Lubnanê re alîkariyên mirovheziyê şandin
Tebax 07, 2020 05:35Heyva Sor (Hilal Ehmer) a Îranê roja çarşemê berêvarê 95 ton madên xwarek û dewa û derman ji Balafirgeha Mehrabadê şande Beyrûtê.