Îlon 06, 2020 18:10
Di lîstika herdu tîmên fûtbolê yên Efrîn û Tedamun de li bajarê Laziqiyê tevlîhevî derketin û hekemê lîstikê pêş dema yasayî lîstik rawestandin. Herwiha ji ber tevlîheviyan hêzên parastina ewlehiyê daketin nav stadyomê û bi gotina çavkaniyên ji Tîma Efrînê, hêzên parastina ewlehiyê li lîstikvanekî wê tîmê xistine.