"Komîteya Cezayan a navneteweyî" ragihand ku Enqerê di navbera 7 hezar heta 15 hezar çeteyên Sûriyê şandine Lîbyayê.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron bang li Ewropayê kir ku cezayan li dewleta Tirkiyê ferz bike, ji ber ku li rojhilatê Deryaya Spî sûcan pêk tîne.
Misir ji bo ku hêza Tirkiyê ya li Iraqê qels bike, kar û xebata xwe berfirehtir kir û ji pisporan xwest ku têkiliyên bi Kurdên li Sûriyê û Iraqê re baş bikin.
Serokomarê Tirkiyê û serokwezîra Almanyayê di gotûbêja telefonî derbarê alûgorên Sûriye û Lîbyayê û têkoşîna dijî Koronayê axivîn.
Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin pêk anî, geşedanên derbarê Lîbyayê de û encamên wê li ser ewlehiya gelemperiya herêmî nîşqaş kirin.
Di rûniştina parlemana Misirê ya duh de, biryara şandina leşkeran ji bo Libyayê hat erêkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) bi raporekê ragihand: Tirkiyê di sê mehên destpêka 2020î da, 3 hezar û 800 kirêgirtiyên sûrî şandine Lîbyayê.
Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja Îniyê ragihand: Tirkiyê di mehên dawî da 2500 şerxwazên tûnisî jibo şêrr birine Lîbyayê.
Parlementerên Ewropî tekez kir ku Tirkiyê roleke pir xeter li Lîbyayê dilîze, rewşa li herêmê xetere û bang li YE`yê kir ku li hember berjewendiyên Enqerê li rojhilatê deryaya Sipî, bisekine.
Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî îdia kir ku heke Misirê destwerdana Lîbyayê bike dê rewşa leşkerî bi lez biguhere û destnîşan kir ku, ji bo Lîbyayê veneguhere navendê terorê dê Misir mudaxle bike.