Di teqîna bombekê li Daqûqa Kerkûkê sê leşkeriyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
Îro roja pêncşemê li sînorê navçeya Çemçemalê berfeke zêde bariya û ji ber wê jî astengî ji bo hatuçûnê durist bû. Niha aliyên peywendîdar riya di navbera Çemçemal-Kerkûkê ji berfê paqij dikin.
Çekdarên nenas li bajarê Kerkûkê yê Iraqê endamekî Rêxistina Heşdî Şebiya Iraqê teror kirin.
Pêşangeha çand û hunerê ya “Nûn wel-Qelem” li bajarê Kerkûkê yê Iraqê bi boneya duyemîn salvegera şehadeta general serdar Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis hate vekirin.
Balefirên şer ên Iraqê 14 caran şikeftên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê li parêzgeha Diyaleyê bombebaran kirin. Li gor nûçeyeke din jî hêzên iraqî li Kerkûkê du terorîstên DAIŞê kuştin
Li taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê hemwelatiyekî ku pîşeya wî mamostayî bû ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.
Çeteyên Koma terorîst a DAIŞê li ser girê Qeresalim a li navçeya Şêx Bizênî ya li sînorê Kerkukê êrişî Pêşmerge kir û di encamê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da, 2 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Terorîstên DAIŞê êrîşî ser gundê Lihêban yê li başûrê nahiya Sergeranê li kerkûkê kirin û xelkê gund daxwaza hevkariyê ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirin.
Bombeyek li bajarê Kerkûkê teqiya û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.
Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê, kuştina emîrekî DAIŞê li Kerkûkê ragihand.