Serokê dezgeha ragihandin û çandê ya hikûmeta Talîbanê li Efxanîstanê roja Duşemê kombûna komeke nenas li ber konsulxana Îranê li Heratê û êrîşa li ser wê kiryareke keyfî û bi serê xwe bi nav kir.
Li Mizgefta Pol Xêştî ya Kabulê (Paytextê Efxanistanê) bombeyek teqiya û amar kuştiyan nehatiye diyarkirin, lê hat ragihandin ku herî kêm 6 kes ji ber wê birîndar bûne.
Dezgehên ragihandinê yên Efxanistanê ragihand ku li paytextavî welatî, Kabul, teqînekê rû da. Di encamê de herî kêm 5 kes mirin û derdora 30 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi îro bi serdanekê gihîşt Kabula paytexta Efxanistanê û ji aliyê berpirsên hikûmeta Talibanê ve hat pêşwazîkirin.
Alîkarê Berdevkê Talibanê tevî tekeziya li ser pêkanîna danûstandina yeksan di gel hemî welatan û berfirehkirina pêwendiyan tev Îranê, got ku dewleta nû ya Efxanistanê neçar bi berçavgirtina danasîna civaka cîhanî ji hikûmeta giştalî nîne.
Li parêzgeha Pervan a Efganîstanê du wesayîtên ku endamên koma Talîbanê têdebên li cîhên cuda qeza kirin û di bûyeran de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn.
Teqîna bombeyê careke din Kabula paytexta Efxanistanê hejand.
Dezgehên çapemeniyê ragihand ku li paytexta Efganistanê Kabulê mayinek teqiyaye û di encamê de 5 kes birîndar bûne.
Li rojavayê bajarê Kabula paytexta Efxanistanê li devera ku zêdetir welatiyên Şîe dijîn, wesayîteke bombekirî hat teqandin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê êrîşa li ser nexweşxana 400 nivînî ya Kabulê şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.