Tenê 7 roj mane ku Joe Biden Ofîsa Serokatiya Amerîkayê werbigire, lê hê jî bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nedaye ku daxwaz kiribû peywendiyeke telefonî encam bidin û ev yek jî ji bo hevpeymaneke bihêz a NATOyê ne asayî ye.
Alîkarê Serokomarê Amerîkayê çalakkirina temamkera 25 a Qanûna Bingehîn jibo wêdabirina Trump muhtemel da zanîn.
Koşka Spî hişyarî da ku têkiliyên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi sûcên mezin ên sorkirinê hene ku gefek li dijî ewlehiya pergala demokratîk û veguhestina aştiyane ya desthilatê çêkir.
Rojnama El-Şerq El-Ewast girêdayî tevgerên artêşa Tirkiyê yên dagirkerî li Sûriyê nivîsiye: Dewleta Tirkiyê ku gelek dever li Sûriyê dagir kirine hewl dide beriya despêbûna hikûmeta Joe Biden serokomarê bijartî yê Amerîkayê deverên din li Sûriyê dagir bike da ku bandora xwe li dosiya Sûriyê xurt bike.
Serokomarê bijartî yê Amerîkayê serokomarê niha yê vî welatî bijardeyekî neguncan jibo serokomartiyê da zanîn.
Êrîşa ser Kongresê, Donald Trump rûbirûyê encameke xirab kiriye. Hejmarek kongresmanên Demokrat daxwaz kirine lêpirsîn ligel Donald Trump bê kirin. Herwiha senatorek dibêje, ji niha ve cîlên zindanê jê re amade bikin.
Wezîrê Rejîma Siyonîstî yê Şêrr got ku dîtina dîmenên alozî û nearamiyê li ber Kongreya Amerîkayê ecêb e.
Piştî nîqaşeke tund û dûr û dirêj û aloziya duh a li pêş avahiya Kapîtolê li Waşington DC, Encûmena Nûneran û Senata Amerîkayê giliyên li ser encamên hilbijartina serokatiyê red kirin û dengên encûmena hilbijartinan pesend kirin û bi vî awayî Joe Biden bi fermî ji aliyê Kongresê ve weke 46mîn Serokê Amerîkayê hat pesendkirin.
Joe Biden û rêveberiya wî ku di hilbijartinên serokomariyê yên Amerîkayê de bi ser ket, ji bo karibe li Senatoyê jî serdest be, di hilbijartinên Georgîayê de jî bi ser ket.
Beşek ji alîgirên Donald Trump ku dema piştrastkirina dengên Elektorala li Kongrêsa Amerîkayê çûne nav Kongrêsê li Washingtonê û her ji ber wê sedemê avahiya Kongrêsê ji aliyê polîs ve hat girtin. Berî viya Trump li nav piştgirên xwe ew teşwiq bo serhildanê kirivû.