Di navbira çend saetan heta guherîna salê û destpêbûna sala nû da xelk hema wisa mijûlî kirrîna pêdiviyên vê cejnê ne. Em hin dîmenanji Bazara Tecrîşê ya bakurê Tehranê bibînin.
Hevdem digel meha pîroz a Remezanê, meha bendetiuya Xwedê, bazara xwerekên Remezanê li Kabulê geş e û gelê vî bajarê Efxanistanê pêdiviyên fitara xwe ji dûkanên nav bajêr dikirin.
Çandina gulan li Şaristana Hemîdiyeyê li Parêzgeha Xûzistanê ya başûrê rojavayê Îranê ji Îlon heta Mijdarê pêk tê û hilberîna gulan jî ji Çileyê heta Nîsanê didome. Gula Şevbêhn an jî "Şebû", Zenbeq û Gula Hemêşe Bihar li vê şaristanê tên çandin.
Dîmenên balkêş ji deb û rismên pêşwaziya ji Cejna Newrozê li gundê Awîhengê yê Parêzgeha Kurdistanê.
Barê diduyan ê alîkariyên gelanî yên çalakên aborî yên Navçeya Azad li navçeyên ziyandîtî ji ber lehî û laserê li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê hat belavkirin.
Şaristana Rizwanşehrê bajarekî bakurê Îranê li bakurê rojavayê Parêzgeha Gîlanê û başûrê rojavayê peravên Deryaya Xezerê û rêzeçiyayên Talişê ye. Ev şaristan ji du navçeyên Rizwanşehr û Pereserê û navçeyên çiyayî û deştî pêkhatî û nîştecihên wê zêdetir cotkar û ajeldar in.
Zêdetirî 40 komên etnîkî her yek bi ziman, çand û deb û rismên ciyawaz li Ûgandayê li rojhilatê Parezemîna Afrîqayê dijîn. Zêdetirî nîvê gelheya vî welatî hema bêje sedî 60ê wan ji koma etnîkî ya Banto ne.
Filistîniyên bajarê Refehê li başûrê Zîvala Xezzeyê tevî bombebarana Artêşa Rejîma Siyonîst hewl didin jiyana xwe ya rojane bidomînin.
Filistîniyên ku ketine ber bombebarana giran a Artêşa Rejîma Siyonîst, hewl didin jiyana xwe ya rojane bidomînin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê herî dawî ragihand ku hemara şehîdên ji ber êrîşa rejîma dagirker ji 7ê Cotmehê va heta niha gihîştiye 11208 kesan.
Berhevkirin û hilberandina silqan li zeviyên Parêzgeha Xorasana Bakur berdewam e. Îsal tê berawirdkirin ku 100 hezar ton silq li zeviyên vê parêzgeha bakurê rojhilatê Îranê were berhevkirin.