Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê pêşewaziya xiyaneta Behreynê ya li dijî doza Filistînê ku dibe sedema asayîbûna pêwendiyên Rejîmên Siyonîstî û Alê Xelîfe kir.
Di dewama xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump îşev ragihand ku Behreyn û Rejîma Îsraîlê li hev kirine ku pêwendiyên xwe asayî bikin.
Alîkarê sêkrêtirê giştî yê Bereya gelanî ya Rizgarkirina Filistînê kiryara Imaratê ya asayîkirina pêwendiyan digel Rêjîma Siyonîst li dijî biryara Yekîtiya Ereban da zanîn û daxwaza avêtina vî welatî û vegeriyana Sûriyê bo vê yekîtiyê kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî bibîrxistina asayîkirina pêwendiyên Imaratê digel Rêjîma Siyonîst, destnîşan kir: Tenha tiştê ku asayî bûye, zexta çoka siyonîstan li ser ustiyê filistîniyan e.
Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê lihevkirina Imaratê û Rêjîma Siyonîst û xiyanetzanîna wê, dengvedaneke berfireh li medyayên navneteweyî hebû.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî kiryara dewleta Imaratê ya asayîkirina pêwendiyan digel Rêjîma Siyonîst wek xiyanetek li cîhana îslamê, cîhana ereban û welatên navçeyê û mijara girîng a Filistînê da zanîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Imaratê jibo kirrîna elwehiyê berê xwe daye Rêjîma Siyonîst, ev di halekî da ye ku Israîl nikare ewlehiya xwe dabbîn bike.
Dewsgirê Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî hişyarkirina Israîl û Imaratê, destnîşan kir: Îran dê bersiva her ûcre kiryareka handêr bide.
Wezareta Derve ya Sûdanê diyar kir ku berdevkê vê wezaretê ji ber axivtina derbarê sanahîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîtî re ji ser pêwerên xwe hatiye hilanîn.
Nûnerên Parlimana Kuweytê lihgevkirina vê dawiyê ya navbera Imaratê û Rêjîma Siyonîst jibo asayîkirina pêwendiyan şermezar kirin.