-
HSD: Îdîayên Wezîrê Berevaniyê yê dewleta Tirkiyê ne rast in
Sibat 22, 2021 15:58HSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku îdîayên dewleta Tirkiyê ku 3 şervanên me derbasî herêmên di bin dagirkeriya wan de bûne û canê xwe ji dest dane ne rast in.
-
Li Dêrazora Sûriyê teqîneke mezin qewmî
Sibat 21, 2021 15:52Li bajarokê Bisêre ya rojhilatê Dêrezorê, li bazarekê teqîna bombekeye çandî çê bû û di encama teqînê de 5 kesan canê xwe jidest dan û 14 kesên din jî birîndar bûn.
-
Berdevkê Pentagonê derbarê êrişa mûşekî ser Hewlêrê û hevkariya bi HSDê re daxuyanî da
Sibat 19, 2021 12:39Wezareta Berevaniya Amerîkayê dibêje, lêkolînên li ser êrîşa Hewlêrê destpê kirine û amaje bi wê yekê dike ku ji mafê hêzên serbazî yê wî welatî ye berevaniyê li xwe bike. Wezareta Berevaniya Amerîkayê herwiha diyar kir ku hevkariya wan ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam e.
-
Kampa Holê - Kesê ku malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê direvandan, hate girtin
Sibat 08, 2021 13:58QSD`ê ragihand ku hêzên wan kesek ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê direvandin, girtiye.
-
Mezlûm Kobanî: Em hêvîdar in Joe Biden şaşitiyên Trump cubran bike
Sibat 07, 2021 09:23Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêviya xwe diyar kir ku dewleta nû ya Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden şaşitiyên ku Trump li Sûriyê pêk anîne, cubran bike.
-
HSD: Di encama operasiyona tolhildana du jinên şoreşger de bi dehan çete hatin girtin
Sibat 05, 2021 19:55Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ji bo du jinên rêveber ku beriya çend rojan hatibûn qetilkirin li herêma sînor a Dêrazor û Iraqê operasyon kirine û bi dehan endamên çeteyan hatine girtin.
-
Riyên Heseke û Qamişloyê li pey lihevhatina Rûsiye û hêzên kurd hatin vekirin
Sibat 03, 2021 16:05Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) riyên ku ji derdora 20 rojan beriya niha va li hin taxên Heseke û Qamişloyê girêdabûn, bi destpêbûna hatina xwarek û ardûyê û derxistina hemî amûrên leşkerî ji van navçeyan vekirin.
-
Êrişa topxaneyî ya Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser gundên bakurê Eyn Îsayê
Çile 30, 2021 07:40Çavkaniyên sûrî duh êvarê ragihandin ku topxana artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser bajarokê Eyn Îsa û gundên wê li bakura parêzgeha Reqeyê ya Sûriyê zêde bû.
-
Jeneral Mezlûm Kobanî Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) şîndar bû
Çile 21, 2021 15:20Dayîka Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di temenê 86 saletiyê da emrê Xwedê kir
-
Li Dêrazor û Şedadê 5 DAIŞ`î ji aliyê QSD`ê ve hatin girtin
Çile 06, 2021 12:26Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk li herêmên Dêrazor û Şedadê 5 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtin.