Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevdîtina bi Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê da têkildarî agirbesa vê dawiyê li Xezeyê got, "Agirbes encama berxwedana gelê Filistînê ye."
Çavkaniyên nûçeyan qala êrîşên nû yên mûşekan ji aliyê Berxwedana Îslamî ya Libnanê ser binkeyên siyonîstan kirin.
Tevgera Hizbullaha Libnanê careke din êrîşî binkeyên dagirkerên siyonîst kir.
Hesen Ezîmzade Nûçegihanê Kanala Seherê li başûrê Libnanê rewşa herî dawî li vê navçeyê radigihîne.
Tabûrên Qudsê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku tlêkoşerên wê li derdora Nexweşxaneya Şîfayêli Xezeyê bi giran digel leşkerên dagirker ketine pevçûnê û derbên giran ên canî li wan dane.
Tevgera Hizbullaha Libnanê ragihand ku baregeha leşkerî ya El-Zehîreyê ya Rejîma Siyonîst da ber mûşekên xwe.
Necîb Mîqatî Serokwezîrê demkî yê Libnanê got, Em naxwazin şer bikin û em ê ti pêngavekê ji bo gurrkirina şêrr li navçeyê ranekin. Wî her wiha got: Serederî û kiryarên Hizbullahê ji ber niştîmanperweriyê ne.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bi gotina vê yekê ku dijminê siyonîst dîsan jî weke berê tûşî şaşitiyê di hesabên xwe da bûye, got: Gelê Libnanê derheqê Berxwedanê pêbendtir bûye.
Hizbullaha Libnanê qala êrîşa ser çend baregehên Artêşa Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî kir.
Şêx Neîm Qasim Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha LIbnanê di hevpeyvîna digel nûçegihanan Press TV'yê da got, "Operasyona Bahoza Eqsayê lawaziyên Rejîma Siyonîst aşkira kirin."