Muhemed-Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Mistefa Pûr-Mhemedî û Mesûd Pizişkiyan çar berbijêrên herî dawî yên Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê îro bi amadebûna li navendên dengwergirtinê, dengê xwe avêtin nav sindoqê.
Pêvajoya dengdayînê ji bo Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê ji saet 8ê vê sibê va li seranserî welêt dest pê bûye.
Hevkarên me yên pêşkêşkar û raporter kêlî bi kêlî û gav bi gav nûçe û raporên têkildarî Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê bi rêya Kanala Sehera Kurdî pêşkêş dikin.
Bernameya Taybetî Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê bi pêşkêşkariya hevkarê me Cimoyê Merûf.
Raporek li ser dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê tê pêşkêşkirin
Hemwelatiyên îranî yên nîştecihê Herêma Kurdistana Iraqê çûn navendên dengdanê û beşdarî dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê bûn.
Hevkarên me li Kanala Sehera Kurdî di du beşên Kurmancî û Soranî da amade ne ku nûçe û raporên têkildarî Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê pêşkêş bikin.
Berdevkê Konseya Parêzvana Qanûna Bingehîn a Îranê got: Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê dê li 59 hezar Navendên Dengwergirtinê li nav welêt û li 95 welatên cîhanê were lidarxistin.
Raporek li ser coşa gel ji bo beşdariya di Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê da tê pêşkêşkirin.