Komeke berxwedanê ya iraqî qala êrîşa bi balefirên bêbalefirvan (dron) li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Bargeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê rastî êrişa bi roketan hat, lê Dije Terora Kurdistana Iraqê dibêje; bi balafirên bêfirokevan êrîş li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.
Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 4500 kesan.
Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqî Dr. Eyad Ellawî kir.
Rêveberê Ragihandinê di Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê de ragihand, rojane nêzîkî 10 hezar geştiyar serdana parêzgeha Hewlêrê dikin.
Dezgeha Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve zanyariyên nû derbarê êrîşa droneyî ya îro berbangê li ser Hewlêrê de balav kir.
Berbanga vê sibê 3 mûşek li sînorê Hewlêrê ketin xwarê û yek ji wan mûşekan li ber mala welatiyekî ket.
Îro li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê agir bi bazareke mezin a bi navê Hawler Mall li ser cadeya 30 metrî ber bi cadeya Şoreşê ve derket û gelek dikan şewitîn û xisarên mezin li xelkê ket.