Bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 417 koçber ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê.
Mesûd Barzanî di hevdîtina bi Cîgirê Wezîrê Rûsyayê ra nêrîn û nîgeraniyên xwe yên derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê gihandin Cîgirê Wezîrê Rûsyayê.
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, Mîxaîl Bogdanov îro bi serdanekê gihîşt Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên dawiyê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ragihandin û navên tevahiya kandîdên serkeftî belav kirin.
Bi beşdariya zêdeyî 700 kesan û hejmarek ji rayêdarên Herêma Kurdistanê, îro Şemiyê 27ê Mijdara 2021ê “Maratona Omêdê” ya Hewlêrê hat sazkirin ku armanca wê piştevanîkirina nexweşên penceşêrê(qanserê) bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra navenda vê herêmê bi Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û şanda pê re civiya.
Li Parlamenta Tirkiyê di civîna Desteya Navendî ya Rêvebirinê ya AKPê de bo Tirkiyê anîna termê Osman Ocalan ku birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e bû mijara gotûbêjê.
Osman Ocalan birayê Ebdullah Ocalan, rêberê PKKyê, koça dawî kir.
Wezareta Derve ya Iraqê hişyarî dide, koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, di metirsiyeke rasteqîne de ne.
Li bajarê Hewlêrê piştî barîna baraneke zêde û gelek zîpikan lehî rabû û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji welatiyan daxwaz kir ku ji bilî karên pêwîst, rêya Hewlêr – Pîrmamê bi kar neynin.