Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê têkildarî êrîşên mûşekî hat hazirkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i332583-serkonsûlê_Îranê_li_hewlêrê_têkildarî_êrîşên_mûşekî_hat_hazirkirin
Rêveberiya pêwendiyên derveyî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê bi mebesta ragihandina nerazîtiyê derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê hazir kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2022 09:03 Asia/Tehran
  • Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê têkildarî êrîşên mûşekî hat hazirkirin

Rêveberiya pêwendiyên derveyî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê bi mebesta ragihandina nerazîtiyê derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê hazir kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Bas Newsê, Rêveberiya pêwendiyên derveyî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Nesrullah Reşnûdî Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê têkildarî êrîşa berbanga Yekşemiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ser Hewlêr hazir kiriye.

Vê rêveberiyê ragihandiye ku Sifîn Dizeyî berpirsê pêwendiyên derveyî nivîseke itirazî derbarê vê êrîşê daye Reşnûdî û nerazîtiya Herêmê li ser vê êrîşê jî ragihandiye wî.