25 parlementerên Iraqê xwestin bila komîteyek ji bo lêkolînkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê û hebûna hêzên amerîkî li vê herêmê were avakirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bêyî hevahengiya di gel dewleta navendî ya Iraqê, girêbestek ji bo avakirina 4 bendavên nû di gel Kompaniya Power China'yê wajo kir.
Li pey bûyerên Bexdayê û êrîşa ser ofîsa PDK'yê, Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku gelê Kurdistanê rêzeke taybet li merceyiyeta şîeyan digire û bêrêziya li merceyiyetê napejirîne.
Serokê Yekitiya Alimên Misilman li parêzgeha Diyala ya Iraqê got: Baregeha Mossadê li Hewlêrê cihê komkirin û xebitandina terorîstan bû ku fermandarên Heşda Şeibî û zanyarên navokî yên Îranê dikin armanc.
Rêveberiya pêwendiyên derveyî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê bi mebesta ragihandina nerazîtiyê derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê hazir kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro ligel wezîrên berevanî û navxwe yên Iraqê ji bo gotûbêja di gel berpirsên Herêma Kurdistanê, gihîştin Hewlêrê.
Li peyb êrîşa mûşekî ya Îranê ser navendên stratejîk ên Rejîma Siyonîst li Hewlêrê, Wezareta derve ya Iraqê Îrec Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hazir kir û nivîseke itirazî da wî.
Yekîneya dijeterorê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku berbanga roja Yekşemiyê Hewlêrê ji aliyê rojhilat va ketiye ber êrîşa 12 mûşekan.
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê der barê êrişa bi mûşekan a vê sibê ya ser Hewlêrê de daxuyaniyeke fermî da û ji civaka navneteweyî xwest ku li hemberî êrişa bi mûşekan ser Hewlêrê helwestêa xwe nîşan bidin.
Çavkaniyên iraqî ji kuştina 9 siyonîstan di encama êrişên mûşekî de ser baregehên Mossadê li Hewlêrê agahî didin.