Li Hewlêrê 39 kildaniyên hatin qetilkirin hatin bîranîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i336502-li_hewlêrê_39_kildaniyên_hatin_qetilkirin_hatin_bîranîn
Li bajaroka Enkawayê ya ser bi Hewlêrê 53’yemîn salvegera bîranîna 39 welatiyên Kildanî yên ji aliyê rejîma Iraqê ve hatin qetilkirin, pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2022 12:06 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê 39 kildaniyên hatin qetilkirin hatin bîranîn

Li bajaroka Enkawayê ya ser bi Hewlêrê 53’yemîn salvegera bîranîna 39 welatiyên Kildanî yên ji aliyê rejîma Iraqê ve hatin qetilkirin, pêk hat.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, Li ber avahiya Dêra Mar Yusif a li bajaroka Enkawayê ya ser bi Hewlêrê 53’yemîn salvegera biranîna qurbaniyên komkujiya li gundê Suryaya kildanî û aşûriyên li herêma Zaxoyê pêk hat.

Merasîma bîranînê bi tevlîbûna gelek welatiyên kildan û Suryan û berpirsên hikûmî pêk hat. Beşdarên di merasîmê de ji bo bîranîna qurbaniyan 5 deqeyan li ser riyan rawestiyan.

Di sala 1969’an de Artêşa Iraqê êrişî gundê Surya kildana yê li Zaxoyê kir. Di êrişê de 39 welatiyên gund hatin qetilkirin. Yek ji qurbaniyan keşeyê dêrê bû. Qurbanî Kildan û Mehîsî bûn.