-
Li Herêma Kurdistanê dibistan hatin vekirin
Sibat 07, 2021 20:39Îro piştî demeke dirêj ku bi sedema xweparastina ji vîrusa Covid-19 hatibûn girtin, deriyê dibstanan li Herêma Kurdistanê hatin vekirin û beşek ji xwendekaran çûn nav holên xwendinê û bi vî awayî proseya xwandina rû bi rû li herêmê dest pê kir.
-
Seroka Fraksiyona PDK: Civînên desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê li Bexdayê erênî bûye
Sibat 03, 2021 19:46Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê(PDK) li Parlemana Iraqê civînên nû yên desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê digel berpirsên Bexdayê erênî bû.
-
Li Silêmaniyê êrîşek çekdarî li hember avahiya PDKê pêkhat
Çile 30, 2021 13:11Li Silêmaniyê îro teqe li navçeya yek a Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) hat kirin.
-
Şêwirmendiya bazirganî ya Îran û Iraqê
Çile 30, 2021 11:53Bi armanca berfirehkirina hevkariya aborî û bazirganî ya dualî, Desteya Bazirganî ya Helebçê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi karsaz û bazirganên parêzgeha Kirmanşanê ya rojavayê Îranê re şêwirî.
-
Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Iraqê civiyan
Çile 28, 2021 17:36Di hevdîtina navbera Rêberê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê û Balyozê Amerîkayê li Iraqê, rêkarên xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin nirxandin.
-
Rêveberên Deriyê Perwêzxan û Gumirka Germiyanê hatin binçavkirin
Çile 24, 2021 19:52Di rojên borî de li Herêma Kurdistanê Dadgeha bajaroka Quretu ya Germiyanê, biryara binçavkirina Rêveberê Deriyê Sinorî yê Perwêzxan û Berpirsê Gumirka Germiyanê dabû. Îro her du berpirs hatin binçavkirin.
-
Dewleta Tirkiyê li gundekî Dihokê 3 sivîl birîndar kirin
Çile 22, 2021 22:55Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ve bombebaran kir. Di encamê de 3 sivîl birîndar bû.
-
Erdogan gef xwar destwerdana leşkerî li Şingalê bike
Çile 22, 2021 20:13Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gef xwar, ku Tirkiye dê ji bo derxistina PKKê operasyonekê li qezaya Şingalê bike.
-
Tirkiye gundekî Herêma Kurdistanê bombebaran dike
Çile 22, 2021 17:16Firokeyeke Tirkiyê îro zozanên gundê Gundejor li sînorê bajarokê Hacî Omeran a ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir.
-
Berwarî ser serdana Akar bo Bexda û Hewlêrê nîşaneya şer û êrişeke nû da zanîn
Çile 20, 2021 13:32Hîndekar û mamosteyê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kir ku serdana fermandarên şerê taybet ên Tirkiyê Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, nîşaneya êrişeke nû ya li dijî PKK'ê û şer e.