-
Berteka El-Nuceba li hemberî operasiyona Tirkiyê: Dewlet bêdeng bimîne, em ê bikevin tevgerê
Sibat 14, 2021 09:17Tevgera El-Nuceba ya Iraqê ragihand, heke dewlet li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser bakurê welêt helwêstekê negire, berxwedan bixwe dê kiryara pêwîst pêk bîne.
-
Herêma Kurdistanê: Ti hemahengiya wê derbarê şerê Garê tune
Sibat 13, 2021 22:43Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand ku ti hemahengiya wan weke hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê şerê Gar tune ye û got “Em nizanin ev gotin ji aliyê kê ve hatiye gotin, lê hewqas bênirx û bêqîmet in pêwîst nîne ku mirov bersiv jî bide.”
-
Kurtefîlmek derbarê kultûra pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn
Sibat 13, 2021 22:08Derhênerekî kurd kurte fîlmekî derbarê çanda pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê tomar dike û amaje bi wê yekê dike qonaxa wênegirtina fîlm bi dawî bûye û wê festîvalên fîlman ê cihanî were şandin.
-
Bi sedan malbat ji ber bombebaran hin navçeyên Dihokê ji aliyê Tirkiyê va aware bûne
Sibat 12, 2021 17:56Ji ber operasiyona vê dawiyê ya artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê, zêde ji 200 malbatên din ên kurd aware bûn.
-
Reîsî: Baweriya li Amerîkayê karekî şaş û çewt e
Sibat 11, 2021 22:12Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê got: "Dîrokê nîşan daye ku bawerî li Amerîkîyan çewt e."
-
Şerê giran di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li Garê bi dijwarî didome
Sibat 11, 2021 12:17Di êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser Garê ya Herêma Kurdistanê de ji her du aliyan gelek kes hatin kuştin. Çavkaniyên Tirkiyê ragihandin ku serpelê bi navê Harûn Tûrhan û leşkerekî wê hatine kuştin. lê belê PKK’ê dibêje herî kêm 9 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
Artêşa Tirkiyê bi balafir û helîkopteran çiyayê Garê bombebaran dike
Sibat 10, 2021 11:28Artêşa Tirkiyê bi balafir û helîkopteran çiyayê Garê yê devera Behdînanê ya Herêma Kurdistanê bombebaran dike.
-
Lijneya darayî ya Parlemana Iraqê: Pirsgirêka beşa budceya Herêma Kurdistanê ber bi çareseriyê ve diçe
Sibat 10, 2021 00:54Biryarderê lijneya darayî li Parlemana Iraqê ragehand, ku pirsgirêka beşa budceya herêma Kurdistanê ya di budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê ber bi çareseriyê ve diçe.
-
Vatîkanê bernameya serdana Papa Francis bo Hewlêr û Bexdayê ragehand
Sibat 09, 2021 11:24Duh Vatîkanê bernama serdana Papa Francis bo Iraqê û herêma Kurdistanê ragehand, ku di bernama serdanê de parêzgeha Hewlêrê, navçeya Qereqûş û navçeya Ûr, herwaha parêzgeha Bexda û Mûsilê jî li xwe digre.
-
Wê sibe Deriyê Sînor ê Sêmalka vebibe
Sibat 07, 2021 23:51Rêveberiya Deriyê Sêmalka ya di navbera Herêmên kurdî yên Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê de ragihand ku wê sibe Deriyê Sêmalka ji bo hatûçûnê vebe.