-
Heiko Maas: Em dê alîkariya Iraq û Sûriyê bikin
Hezîran 30, 2021 11:38Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got ku ew ê di çarçoveya piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de 150 mîlyon Euro ji bo Iraqê û 75 mîlyon Euro jî ji bo Sûriyê xerc bikin. Wezîre derve yê Iraqê Fuad Husên jî got ku divê malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê ji hêla welatên xwe ve werin qebûlkirin.
-
Ji ber binpêkirin û êrişên Tirkiye Kazimî vexwendin parlementê
Hezîran 30, 2021 00:19Ji êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê û binpêkirina serweriya xaka Iraqê, parlementeran daxwaznameyek îmze kir û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî vexwendin parlementa Iraqê.
-
Herêma Kurdistanê: Rojane nêzîkî 10 hezar geştiyar serdana Hewlêrê dikin
Hezîran 28, 2021 10:46Rêveberê Ragihandinê di Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê de ragihand, rojane nêzîkî 10 hezar geştiyar serdana parêzgeha Hewlêrê dikin.
-
Artêşa Tirkiyê sînorparêzên Herêma Kurdistanê jî kirin hedefa topxanên xwe
Hezîran 28, 2021 00:28Topxaneyên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li devera Zaxoyê topbaran dikin. Li gorî agahiyan mûhafizên sînor ên Iraqê jî ber topbarana Tirkiyê ketine û zirer dîtine.
-
Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa duh li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir
Hezîran 27, 2021 11:58Dezgeha Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve zanyariyên nû derbarê êrîşa droneyî ya îro berbangê li ser Hewlêrê de balav kir.
-
Li Herêma Kurdistanê 570 kesên din bi Koronayê ketin
Hezîran 26, 2021 12:41Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
-
Li Hewlêrê êrîşa mûşekî: Mûşekek li ber mala welatiyekî ket
Hezîran 26, 2021 12:31Berbanga vê sibê 3 mûşek li sînorê Hewlêrê ketin xwarê û yek ji wan mûşekan li ber mala welatiyekî ket.
-
Agir bi bazareke mezin li Hewlêrê ket
Hezîran 26, 2021 00:21Îro li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê agir bi bazareke mezin a bi navê Hawler Mall li ser cadeya 30 metrî ber bi cadeya Şoreşê ve derket û gelek dikan şewitîn û xisarên mezin li xelkê ket.
-
Ji ber êrişa Tirkiyê bi dehan pez telef bûn
Hezîran 25, 2021 10:05Li nahiya Dêrelokê li sînorê navçeya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê , di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de bi dehan serî pezê xelkê herêmê telef bûn.
-
Li Herêma Kurdistanê 11 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hezîran 24, 2021 10:52Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 533 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.