Endamê Hevalbendiya Fatha Iraqê got: Pejirandina pêşnumaya nift û gazê ya Iraqê li parlemanê, dê destekê bide hinardekirina niftê bo Tirkiyê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Mijara diyarkirina sînorên deryayî û Meydana Gazê ya Areş'ê di navbera Îran û Kuweytê da tê gotûbêjkirin.
Nûnerekî Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Meclîsa Iraqê tekezî li ser hebûna îradeya siyasî ji bo pesendkirina pêşnivîsa Qanûna Nift û Gazê ya Iraqê di vê dora Meclîsa Iraqê kir.
Cewad Ocî Wezîrê Niftê yê Îranê got ku, Operasyona cîbicîkirin û danîna Dika Faza 11an a Parsa Başûr bi dawî hat.
Nûnerê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li Meclîsa Iraqê ragihand ku Hewlêr naxwaze berpirsyariyên xwe yên di warê nift û gazê da bi cih bîne.
Endameka Komîsyona Ceryan û Enerjiyê li Parlimana Iraqê vegerandina deynên Îranê kiryareke erlênî zanî û got ku bi zûtî deyna paşdaketî ya Îranê dê ji bûceya nû were dayîn.
Serokkomarê Rûsyayê ku welatê wî bi Ukraynê ra şer dike got, Gerçî Ukrayn me êrîşker dizane, lê xêrê ji veguhestina gaza Rûsyayê dibîne
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê vîn û îradeya vî welatî ji bo domandina peywendiyên bazirganî digel Îranê ragihand.
Kompaniya Gazpromê ya Rûsyê tûrbînên çêkirî ji aliyê zanyarên îranî va bi kar tîne.
Serokê Beşa Lêkolîn û Teknolojiyê ya Binkeya Gazê ya “Parsa Başûr” got: “Derfet ji bo zêdekirina rêjeya berhemanîna gazê li vê binkeyê heta sedî 30 bi rêya bikaranîna alavên Zanistbingeh hatiye heye.”