Tê gotin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) razî bûye kontrola bajarokê Eyn Îsa yê kurdên Sûriyê teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê bike.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxwaz ji Tirkiye û HSD dike, şerê li Eyn Îsayê rawestînin û diyar dike ku wê yekîneyên nû yên Polîsê Leşkerî ya Rûsî li wî bajarokî belav bike.
Dewleta Tirkiyê ya dagirker bi çekên giran êrîş bire ser du gundên rojhilatê Eyn Îsayê, Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da.
Li derdora Eyn Îsa şer di navbera şervanên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derket.
Artêşa Tirkiyê tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên El Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê Eyn Îsayê dibarînin.
Li li Sayloya gundê Şerigrak ê Eyn Îsayê ya ku ketiye ber êrişa Tirkiyê çeteyên wê efserên Rûsî û Tirkî civiyane lê li hev nekirine.
HSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişa çeteyên dewleta Tirkiyê ya li dijî gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê hatiye têkbirin û di şerê giran de 7 çete hatine kuştin û 3 çete birîndar bûne.
Şerê li derdora navenda navçeya Eyn Îsayê di roja 4’ê de ye . Şervanên HSD`ê ku bersiva êrişan didin, 4 hewldanên artêşa tirkiyê û çeteyên wê ên dagîrkirina rêya navneteweyî ya li rojhilatê navçeyê têk birin.
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kino Gabrial, diyar kir ku Tirkiye û komên girêdayî wê bi êrişên li dijî Eyn Îsa, dixwazn qadên nû ji bo xwe dagir bikin û îdîayên ku wê bajêr dewrî hikumeta Şamê bikin, derewandin.
Ofîsa Karûbarên Mirovî ya bakur û rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî kir ku sînorekî ji êrîşêîn Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê re deyne û got: “Ew li dijî xelkê sivîl komkûjiyan pêk tînin û ava vexwarinê jî li ser Hesekî qut dikin.”