-
Lîga Belçîkayê tê; lê bê temaşevan
Tebax 01, 2020 03:51Lîga fûtbalê ya Belçîkayê îsal ji ber vîrusa koronayê di meha adarê de hatibû betalkirin û tîma Club Brugge wekî qehreman hatibû ragihandin. Federasyonê biryar dabû ku heta 31'ê tîrmehê tu pêşbirk neyên lîstin. Niha jî biryareke nû hat girtin.
-
Li Portekîzê Tîma "Porto"yê bû qehreman
Tîrmeh 18, 2020 04:52Di Super Lîga Portekîzê de pêşbirkên hefteya 32'Yan hatin lîstin. Êvara Çarşemiyê Portoyê Sporting Lizbon kir mêvan û bi 2-0 ew têk bir. Golên Portoyê ji aliyê Danilo Luis Helio Pereira ve di deqîqeya 64'an û gola din ji aliyê Moussa Marega ve deqe 90+3 de hat avêtin.
-
Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e
Tîrmeh 16, 2020 13:16Şanoyên taybet ku ji ber di pêvajoya şewba vîrûsê de salonên xwe girtin, niha ji ber bacê didin dewletê rojên dijwar dijîn. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu anî ziman ku li ewropa baca şano ji sedî 5 e, lê li Tirkiyeyê ji sedî 30 e û xwest baca didin dewletê kêm bikin.