-
Serdana wezîrê karên derve yê Ermenistanê bo Rûsyayê
Çirî 21, 2020 08:20Dewleta Ermenistanê ragihand : Wezîrê karên derve yê vî welatî şeva çûyî gihêşte Moskowê.
-
Serokê parlemana Tirkiyê Azerbêcanê ji bo berdewamkirina şer sor dike
Çirî 21, 2020 06:27Serokê parlemanta Tirkiyê, Komara Azerbêcan ji bo berdewamkirina şerê li Qerebaxê sor kir ku bi vê yekê gefeke eşkere li agirbesta roja şemiyê pêk hatiye, dixwe. SOHR'ê jî diyar kir ku Enqere amadekariya şandina çeteyên din ên Sûriyê ji bo Komara Azerbêcanê dike.
-
Serokwezîrê Ermenistanê: Tirkiye nahêle Komara Azerbaycanê û Ermenistan li hev bikin
Çirî 20, 2020 09:36Serokwezîrê Ermenistanê destnîşan kir: Hikûmeta Tikriyê rê li ber cihhatina lihevkirina agirbesê li ser navçeya Qerebaxê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê digire.
-
Serokomarê Azerbaycanê û Serokwezîrê Ermenistanê amadetiya xwe jibo amadebûna li Moskovayê ragihandin
Çirî 20, 2020 09:36Serokên Ermenistan û Komara Azerbaycanê bi hevpeyivînên cuda amadetiya xwe jibo çûyîna bo Moskovayê û gotûbêja jibo bidawîanîna şerê Qerebaxê ragihandin.
-
Xetîbzade: Îran qet qebûl nake di şerê Qerebaxê wekî tekfîriyan serê mirov jê kin
Çirî 19, 2020 19:43Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser şer û pevçûnên Qerebaxê û wêneyên belavbûyî yên diltezîn derbarê vê pevçûnê û got: Komara Îslamî ya Îranê qet nikare qebûl bike ku li vî şerî de wek tekfîriyan serê mirov jê kin.
-
Paşinyan: Dewleta Tirkiyê hewl dide xetên gazê yên ber bi Ewropayê ve kontrol bike
Çirî 19, 2020 13:48Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan armancên bingehîn ên mudaxela dewleta Tirkiyê di şerê li Qerebaxê de eşkere kirin û got ew hewl dide xetên gazê yên ber bi Ewropayê ve kontrol bike.
-
Meclisa Ermeniyan a Hesekê banga têkoşîna li dijî qirkirinê kir
Çirî 18, 2020 17:21Meclisa Civakî ya Ermeniyan li Herêma Hesekê îşaret bi girîngiya bilindkirina asta civakê di hemû qadan de kir, da ku li hemberî siyasetên qirkirinê bisekinin.
-
SOHR: Dewleta Tirkiyê beşek din ji çeteyan şandin Azerbaycanê
Çirî 18, 2020 17:16Tevî bangên agirbestê ji bo herêma Qerebaxê tê kirin, Dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî dişîne Komara Azerbaycanê.
-
Azerbeycan û Ermenistanê ji bo agirbesta mirovî li hev kirin
Çirî 18, 2020 13:04Azerbeycan û Ermenistanê di agirbesta berwext a bi armanca mirovî ya ku dê ji 18ê cotmehê bi pê ve derbasdar bûye li hev kirin.
-
Ermenîstan û Azerbaycanê hevdu bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin
Çirî 18, 2020 12:40Ermenîstanê komara Azerbaycanê bi binpêkirina agirbesta duyem a navbera herdu aliyan li Qerebaxê tohmetbar dike û dibêje, tenê du yan çend deqe piştî aktîfbûna agirbestê êrîş biriye ser navçeyên Nagorno-Qerebaxê. Komara Azerbaycan jî dibêje artêşa Ermenistanê li deverên cuda yên bi topan êriş dike.