Serokomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev dibêje: Hêzên wan bajarê Şoşe yê stratejîk ê herêma Qerebaxê bi dest xistiye.
Rojnameya Arm Radio ya Ermenistanê îro Yekşemiyê nivîsî: "Hêzên ermenî li derdora Laçînê pêşda çûn."
Ermenistanê îdia kir ku di pevçûna digel hêzên Komara Azerbaycanê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê, firokeyeke bêfirokevan a vî welatî xistiye xwarê.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku beşek din a cenazeyê çeteyên Tirkiyê yên li Qerebaxê hatin kuştin vegeriya Sûriyê.
Fermandarê Biryargeha Navçeyî ya Bakurê Rojava ya Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê got: Yenîneyên zirêhî yên vê biryargehê li ser zîvala sînorî ya Îranê digel Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bi cih bûn.
Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê îdia kir ku ji roja Çarşemiyê va heta niha hêzên vî welatî çar firokeyên bêfirokevan ên Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê xistine xwarê.
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê bombebarana şûnwarên jiyanê li Komara Azerbaycanê bi bikaranîna bombeyên pêkhatî ji Fosfora Sipî derew zanî.
Rojnameya Faktorê ya Ermenistanê duh Çarşemiyê, 4ê Mijdara 2020î nivîsî: "Komara Azerbaycanê bûye sitargeha navneteweyî ya têrorîstan".
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê îdiaya êrîşa li ser bajarê Fuzûliyê û gundên derdora wê derew zanî.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ji welatên din xwest ku dev ji şandina kirêgirtiyan bo navçeya Qerebaxên berdin.