Di qonaxa berî fînalê ya Dewra Nozdehan a Kupa Fûtbolê ya Klûbên Cîhanê-2923an da, tîma wek wekîla Asyayê ji bo cara sisêyan derbasî fînalê bû.
Serokê Parlimana nûdamezirandî ya “Hicaz”ê aşkirakirina kiryarên “Alê Seûd” li dijî pîrozweriyên îslamî li welatê Hicazê wek armanca damezirandina wê zanî.
Di encama êrişên artêşa Erebistana Seûdî ser Se’deya Yemenê da 6 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Rêxistina Hesabgirtin û Têkoşîna dijî Gendeliyê ya Erebistanê qala girtina 142 rayedaran bi tawana gendeliya darayî di heyama yek meha derbasbûyî da li vî welatî kir.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê got: "Riyaz hewl dide rêyekê ji bo gotûbêja bi Îranê ra peyda bike; ji ber ku gotûbêj rêya herî baş ji bo kêmkirina nakokiyan e."
Rêxistina Hec û Umreyê yê Iraqê ragihand, serokê vê rêxistinê ji rayedarên Siûdî xwestiye ku pişk û pareke zêdetir ji bo heciyên iraqî terxan bike.
Li gorî ragihandina çavkaniyên mafên mirov, Rejîma Alê Siûd hikm li 35 çalakên jin li Erebistanê birrî.
Êrîşkerê berê yê Tîma Manchester United'ê di halekî da tev li El-Nesra Erebistanê bû ku mumkin e demsala bê vegere Lîga Sereke ya Inglîzê (Premier League).
Krîstiyano Ronaldo, dawiya dawiyê, bi girêdana peymana 200 milyon euroyî tev li Klûba El-Nasrê ya Erebistanê bû.
Dadgeha Erebistanê ji mamostayekî vî welatî ra bi hegera zincîretwîtên bi naveroka nerazîbûna himberî hikûmetê, cezaya 30 sal zîndanê birrî.