Çavkaniyên xwecihî qala bihîstina dengê teqînê ji ber êrîşa dronên nenas li ser baregeha Heşda Şeibiya Iraqê li navçeya Zimarê ya parêzgeha Hewlêrê kir.
Hêzên artêş û Heşda şeibiya Iraqê operasiyoneke hevpar li dijî terorîstên mayî dest pê kir.
Çavkaniyên iraqî qala destpêbûna operasiyona hêzên Heşda Şeibiyê li dijî bermahiyên terorîstên DAIŞê li pênc aliyan va li Diyaleyê kir.
Serokwezîrê Iraqê derbarê nerazîtiyên vê dawiyê li hemberî encamên Hilbijartina Parlimanî ya vî welatî, got: Divê em ji şaştiyên berê ders bigirin û dev ji nakokiyan berdin.
Tevî hemî zext û kêfnexweşiya Amerîkayê ji lidarxistina meşa leşkerî ya hêzên Heşda Şeibî, ev meşa mezin bi beşdariya serokwezîr û rayedarên bilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê îro Şemiyê hat lidarxistin.
Artêşa Iraqê hejmarek ji şikeft û tonelên çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê teqandin.
Hêzên Heşda Şeibiyê li parêzgeha Diyaleya Iraqê êrîşa hejmareke çeteyên DAIŞê li ser baregehên vê hêzên tûşî işkestê anîn.
Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê li ser biratiya gişt çîn û qatên miletê Iraqê pêgirî kir û got: Em dikarin sserweriya vî welatî biparêzin û têkoşîna dijî têrorîsmê bikin.
Hêzên Heşda Şeibiyê Çarşemiyê bi şev êrîşên bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Diyaleya rojhilatê Iraqê têkşikandin.
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê destnîşan kir, Artêş û Polîsê xwecihî dabînkirina ewlehiya Şengalê li bakurê vî welatî girtine ustiyê xwe.