Du nimêjkarên efxan ji ber teqîna terorîstî li parêzgeha Nengerhara Efxanistanê şehîd bûn.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi Serokwezîrê Hindistanê re hevdîtin kir û li ser mijarên ku dualiyan elaqedar dike gotûbêj kirin.
Serokê Dezgeha Veguhastinê ya Rêyan a parêzgeha Xorasana Rezewî (bakurê rojhilatê Îranê) ragihand ku berpirsên kargêrî yên Efxanistanê (Hikûmeta Talîban) li sînorê Îslam-Qela peymanên berê yên sînorî yên bi Îranê re derbarê vegerandina kamyonên Îranê binpê kirine.
Rêveberê bername û alîkariyên derveyî ya Wezareta Perwerdehiyê (Mearif) a dewleta demkî ya Talibanê li Efxnistanê qala vegeriyana hemî keçikan bo dibistanan di pêşerojeke nêzik da kir.
Serokomarê Amerîkayê di hevdîtina xwe ya îro di gel hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî li kêleka civîna Koma 20ê li Romaya Îtalyayê, nîgeraniya xwe derbarê hebûna pergala berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê li destê Tirkiyê diyar kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê ji gişt welatên cînarê Efxanistanê, NY û civatên navneteweyî xwest ku alîkariyên xwe yên însandostane bişînin Efxanistanê.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê atmosfera civîna welatên cînarê Efxanistanê erênî û avaker nirxand.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Em hêvîdar in bikarin di civîna wezîrên derve yên welatên cînarê Efxanistanê da bi dengekî yekîne paymeke hevpar bidin civaka cîhanî û welatên navçeyê û hundirê Efxanistanê.
Civîna wezîrên karên derve yên welatên cînarê Efxanistanê zêdeyî Rûssiyê îro li Têhranê tê lidarxistin.
Wezîrê karên derve yê Îranê ji wezîrê karên derve yê Tacîkistanê pêşwazî kir.