Rêberên welatên koma G-20’an ser alîkarîya bo Efganistanê û fikarên ewlekarîyê yên derbarê wî welatî yên piştî koma Talîbanê desthilatdari bi desxtxist, civînekî awarte ya online li darxistin.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf sûc û cinayetên hovane yên terorîstên tekfîrî li mizgeftek li bajarê Qundûzê şermezar kir û fitne û pîlansaziya etnîkî û olî wekî projeyek ewlehiya nû ya dijminên gelê Efgan binav kir.
Li pey bûyera diltezîn a teqîna li mizgefteke parêzgeha Qundûza Efxanistanê û candana hejmareke nimêjkaran, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê li sser darizandina sebebkarên vê cinayeta mezin û pêşîlêgirtin li dubarebûna karesatne wiha tekez kir.
Koma terorîst a DAIŞê îniyê bi şev bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşa terorîstî li ser mizzgefta şîeyan li parêzgeha Qondûza Efxanistanê girte ser xwe.
Piştî ku Koma Talîbanê li Efganîstanê bû desthilatdar, bihaya Tiryakê û hasilên vê madeya hişber zêde bûn.
Tevî ku 13 roj di ser vekirina dibistanan re li Efganistanê derbas bûne jî, lê deriyên dibistanan hîna jî li ser xwendekar, fêrkar û mamosteyên jin ên Efgan girtî ne û tenê xwendekar û mamosteyên mêr diçin dibestanan.
Bi sedan malbatên taîfeya Hezare ya Şîe ji ber fermanên Talîban koçber bûn. Di demekê de metirsiyên ji zêdebûna zordestiya Talîban li dijî taîfeyên din zêde dibin.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku têkiliyên vî elatî digel Talibanê di asta balyozan da didome.
Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio roja Yekşemê dîyar kir ku ewê hikûmeta koma Talîbanê ya li Efganistanê bi fermî nas nekin.