Li Efrîna bakurê Sûriyê 2 welatiyên Kurd ji aliyê îstîxbareta Tirkiyê ve hatin girtin.
Li bajarê Efrînê yê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê de ye, erebeyeke bombebarkirî teqiya.
Hate ragihandin ku di teqîna ku duh li bajarê Efrînê pêk hatî de 3 çete hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; du rojên şemî û yekşemê hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, navçeya Til Rifet û devera Şehbayê topbaran kirin.
Grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve bi armanca koçberkirina Kurdan ji herêma Efrînê, bi her awayî zulm û zordariyê li xelkê wê yê resen dikin.
Berdevkê Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê dibêje, Tirkiye dixwaze her roj şer di navbera grûpên çekdar de hebe ji bo aramî li Efrînê çênebe û grûpên çekdar jî hewl didin dest deynin ser şûnwarên dîrokî û wan talan bikin.
Çekdarên girêdayî Tirkiyê 7 welatiyên Kurd ji gundekî herêma Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin. 6 ji wan Kurdên Êzidî ne. Herwiha çekdaran dest bi ser 3 malên welatiyên Kurd de jî girt.
Nûnerê Sûriyê yê li Encûmena Asayîşa Navdewletî Besam El Sebax ragihand; Tirkiye li jêr navê NATOyê li Sûriyê dagirkerî dike.
HRE'ê ragihand ku herêma Efrînê di encama êrişên şervanên wan de 7 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên opozsiyona Sûriyê hatine kuştin.
Komên çete yên girêdayî îstîxbarata Tirkiyê li Efrînê hezar û 500 darên zeytûnan qut kirin û dest danîn ser du malên welatiyekî.