Dewleta Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê li ber çavê hêzên garantor êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomînin. Sivîl diyar dikin ku êş û azara wan ji dema dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê ve zêde bûn.
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) "topbarana bênavber a Dewleta Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" û "koçberkirina sivîlan bi darê zorê" şermezar kir.
Ji ber teqîna erebeya bombekirî li parêzgeha Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.
Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên derexlaqî yên li dijî jin û zarokên li herêmên dagirkirî şermzar kirin.
Li gorî hin nûçeyan, Hêzên Tirkiyê bi veguhestina karwanekî erebeyên leşkerî û kamiyonên tijî çek bo Serîkaniyê, jibo êrîşa li ser bajarê Derbasiyê û bajaroka Ebûrasînê li derdora Hesekeyê amade dibe.
Çavkaniyên herêmî yên li hundirê herêmên dagirkirî diyar kir ku rûspiyekî eşîra El-Bû Esaf ê ji gundê El-Menkelî yê girêdayî Herêma Girê Spî ya dagirkirî hate revandin. Di nava 5 rojan de ev du kes in ji gundê El-Menkelî têne revandin.
Salih Muslim diyar kir ku dewletan ji bo parastina cîhanê tiştek nekiriye, 1’ê îlonê tenê sembolîk e ku heya niha aştî pêk nehatiye.
Komeke hunermend û rewşenbîrên Kurd karekî hunerî bi sernavê ‘Efrînê Evînê’ bi dawî kir û tê payîn ku di demeke nêzîk de li ser kanal û malperan were weşandin.
Hêzên Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê piştî serdegirtina malan, 3 ciwan ji gundên Efrînê revandin.
SOHR’ê diyar kir ku çeteyên Dewleta Tirkiyê lêkolînkirina li cihên dîrokî yên bajarê Efrînê yê dagirkirî piştî wêrankirin û kolandina cihên şûnwarî û olî, didomînin.