Li paytexta Lubnanê Beyrûtê, li cihê ku teqînê lê rû daye, bi sedan kurd dijîn. Gelek kes birîndar bûn û gelekan jî ziyanên madî dîtin. Li gel krîza aborî û rewşa jiyanî ya nebaş, gelo rewşa wan çawa ye?
Serokomarê Lubnanê ragihand, teqînên li Bendera Beyrutê bi qasî 15 milyar dolar zirar gihandiye wî bajarî û ji ber hejmara zêde ya birîndaran jî nîvê nexweşxaneyên wî welatî şiyana wan a wergirtina nexweşan nemaye.
Dewleta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan her derfetekê bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe li dewletên Ereban fireh bike. Vê carê teqîna bendera Beyrûtê bi kar tîne, di hewldaneke nû de dixebite hegemonyaya xwe li Lubnanê bi rêya Tirkmen, Îxwan Muslimîn û sunniyan fireh bike û bisepîne.
Hejmara kuştî û qurbaniyên teqîna Beyrûtê gihîşt 163 kesan û hejmara birîndaran jî gihêştiye nêzîkî 6 hezar kesî.
Birca Azadiya Tehranê ji bo nîşandana hevderdiya netewê Îranê bi netewê Lubnan re piştî teqînên mezin ên Beyrûtê bi rengê Ala Lubnanê hat xemlandin.
Li paytextê Lubnanê bajarê Beyrûtê bi hezaran xwepêşanderan daketinin cade û kolanên bajêr û ji ber teqîna 4ê Tebaxê ya li wî bajarî rêveberiya siyasî protesto kirin. Hejmareke xwepêşanderan ketin nav avahiya Wezareta Derve ya Lubnanê daxwaza hilweşandina desthilatdariyê kirin.
Wezîrê karên derve yê Libnanê ji gotinên Seyid Hesen Nesrullah, Sêkrêtirê giştî yê Hizbullaha Libnanê pêşwazî kir.
Li gorî bîlançoya dawî, kesên ji ber teqînên roja Sêşemê yên li paytexta Lubnan Beyrûtê jiyana xwe ji dest dan bûn 154 kes.
Heyva Sor (Hilal Ehmer) a Îranê roja çarşemê berêvarê 95 ton madên xwarek û dewa û derman ji Balafirgeha Mehrabadê şande Beyrûtê.
Serokomarê Fransayê got ku wî dahêneriyeke siyasî jibo qeyrana Libnanê heye.