Pêla sermaya ku ji bakurê Ewropayê gihîştiye Tirkiyê bûye sebeb rewşeke awarte ya dehrojî li bajarê Stenbolê were ragihandin.
Gundiyên Yilanliya gundê Vartoya navçeya Mûşê ji bo pêşbaziya hespan a gundî di nav hev da dikin li ser berfê amadehiyan dikin.
Pîsta Skiyê û Tele Kabîna Toçalê ji ber rewşa nebaş a hewa hat girêdan.
Qesra Îshaq Paşa ku piştî berfê lê kir, bi ruyê berfê xemilî û xweşiktir bû. Çendî ku dîwarê wê hilweşiya be jî hîn jî wê ezametiya xwe nîşan dide.
Li Elezîz û Şirnexê ji ber berf û bagerê rêya 224 gund û goman hat girtin.
Bi berfa Çileyê Bijnûrta Xorasana Bakur kincê sipî li xwe kir.
Li Çewligê berf û bagerê rêya 288 gundan girt.
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê berf û bagerê rêya 93 niştewaran girt.
Ji ber barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûra Dersimê, dîmenên xweşik derketin holê.
Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û wargehan hat girtin.