Li Colemêrgê ji du leşkerên di bin aşûtê de mabûn yek jê jiyana xwe ji dest da. Ji bo leşkerê winda jî lêgerîn didome.
Serokê Alîkarîgihandin û rozgarkirinê ya Federasiyona Çiyagerriyê ya Îranê qala zêdebûna hejmara candayiyan li bilindahiyên bakurê Têhranê kir.
Berfa ku bi rojane li Colemêrgê didê û bandoreke giran li herêmê kiriye, bû sedem ku rêya 57 gundan asê bibe.
Li Qersê berfa ku nîvê şevê dest bi barînê kir, binavber didome.
Li Bidlîsê tîma kaşûnê li Çiyayê Nemrûdê antrenmanê dike û amadehiya şampiyonayê dike. Werzişvanên derketine Çiyayê Nemrûdê ku cî bi cî sitûrahiya berfê digihêje 10 santîmêtroyê di çarçoveya rêbazên tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da bi rahênerê xwe ra xebatên xwe didomînin.
Li parêzgeha Dêrsimê ya kurdên Tirkiyê ji ber berfa zêde rêya zêdeyî 50 gundan hat girtin. Berfa herî zêde li bajarokên Pulur, Pilemûriye, Qisle û Xozatê dibare.