-
Şaneya Aloziyê dê ji sibê ve qedexeya derketina derve ya li herêma Cizîrê rake
Tebax 27, 2020 14:35Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku qedexeya derketina derve dê ji sibê de bi temamî rabe. Şaneyê diyar kir ku divê welatî tedbîrên xweparastina ji KoronaVîrûsê bigirin.
-
Desteya Tenduristiyê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 53 kesên din bi KoronaVîrûsê ketine
Tebax 27, 2020 14:34Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" daneyên KoronaVîrûsê yên 24 saetên derbasbûyî aşkera kir û da zanîn ku 53 kesên din bi KoronaVîrûsê ketine.
-
Bakurê Sûriyê; Li Efrîna dagîrbûyî 3 ciwan hatin revandin
Tebax 26, 2020 20:46Hêzên Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê piştî serdegirtina malan, 3 ciwan ji gundên Efrînê revandin.
-
26ê Tebaxê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 31 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tebax 26, 2020 14:15Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" eşkere kir ku 31 kesên din bi Koronavîrusê(COVID-19) ketine, her wiha ji kesên bi Koronavîrusê ketibûn, yek mir û yek jî baş bûye.
-
Ji ber qutkirina avê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve, şandeyeke UNICEF’ê serdana Hesekê kir
Tebax 25, 2020 16:22Bi armanca şopandina rewşa avê li Hesekê piştî ku Dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê stasyona avê ya Elokê da sekînandin, şandeyek ji rêxistina UNICEF’ê serdana stasyona Hemê ya Herêma Hesekê kir û ji nêz ve şopand.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes din bi Koronavîrusê ketin
Tebax 25, 2020 02:01Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku 8 kesên din bi Koronavîrûsê(COVID-19) ketin, 8 jî baş bûn û 3 jî mirin.
-
"Tirkiyê av li ser 700 hezar kesî biriye / Av jibo Tirkiyê wek çekeka siyasî ye"
Tebax 22, 2020 18:06Nûnerê Rêveberiya xweser a Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji ajansa nûçeyan a Kurd Pressê ra got: "Tirkiyê ava vexwarinê li ser 700 hezar ji şêniyên navçeya Hesekeyê û bajarê Qamişloyê biriye û trajediyeke mirovî li vê navçeyê pêk aniye."
-
Sûriyê xwest ku avê bigihînin şêniyên Hesekeyê
Tebax 22, 2020 16:53Heyva Sor a Sûriyê û Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY daxwaza alîakriya mirovdostane jibo gihandina avê bo gelê parêzgeha Hesekeyê û rawestandina kiryara hêzên er bi Tirkiyê ya qutkirina ava vexwarinê ya gelê vê parêzgehê kir.
-
Mezlûm Ebî bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin
Tebax 22, 2020 12:52Mezlûm Ebdî, bang li garantorên Stenbol û Soçiyê kir ku erka xwe bi cih bînin û meknîzmeyekê ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê bibînin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tebax 20, 2020 19:04Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Bi vê yekê hejmara giştî gihaşt 280`an. Her wiha 17 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.