Şevê din Artêşa Tirkiyê bi balafirên şer 8 gudnên navçeya Şera ya Efrînê û herêma Şehbayê 5 caran bombebaran kirin û bi sedan top lê barandin.
Berpirsekî hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê ragihand ku ew amade ne dijî hebûna leşkerî ya Tirkiye li Herêma Kurdistana Iraqêê rawestin û got; “Em amade ne hêzên Tirkiye yên ji nav xaka Iraqê derxînin.”
Endamekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) got: Leşkerên artêşa Tirkiyê di 200 kîlometriya kûrahiya axa Iraqê û 13 kîlometriya bajarê Mûsilê da ne.
Artêşa Tirkiyê navçeya Zirgan û 2 gund li rojhilatê wê li bakûrê Sûriyê bi çekên giran topbaran kirin.
HSD'yê ragihand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ên kuştina 12 endamên wê, ne rast in.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li parêzgehên Agirî û Îdirê yên rojhilatê Tirkiyê, operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî bi wê roja Înê gundê Qeremox ê dikeve rojhilatê Kobanê topbaran kir.
Di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Siker El Ihmêr ê navçeya Til Temirê de li bakûrê Sûriyê welatiyê bi navê Mihemed Şiblî (65) birîndar bû.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di daxuyaniyek çapemeniyê diyar kir ku pêwîst e Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê bigre û êrişên xwe yên ser erd û esmanî yên ser Iraqê rawestîne.
PKKê û artêşa Tirkiyê amarên şerê sê rojên dawî eşkere kirin. Li gor HPGê baskê leşkerî yê PKKê di şer û pevçûnan de 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî 11 şervanên PKKê hatine kuştin.