Li gor Wezareta Berevaniyû ya Tirkiyê li Heftenînê ya Herêma Kurdistana Iraqê di dawîn pevçûnê de 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û PKK jî dibêje, 13 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.
Duh 04.08.2020ê balefira bêmirov a artêşa Tirkiyê piştî nîvro gundê Gelale ya ser bi qeza Mawet a navçeya Şarbajêr li Herêma Kurdistanê bombebaran kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ya muxalifeta Sûriyê ragihand ku leşkerekî artêşa Tirkiyê li bajarê Serê Kaniyê bi destê kesên nenas ve hat kuştin.
Balefirên şer ên artêşa Tirkiyê careke din li Amêdiyê yê Herêma Kurdistanê otomobêlek sivîlan hedef girtin.
Hawar Newsê nivîsiye: "Li derdora navçeya Eyn Îsayê, 'di encama teqîna bermahiyên hawneke dagirkeran de' 3 zarok birîndar bûn."
Rêveberê Bajarokê Bamernê ji Rûdawê re ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê du otomobîlên PKKê li sînorê wê nahiyeyê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, 2 kes di nava otomobîlekê de jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala tûşbûna 23 leşkerên Tirkiyê bi Koronayê li leşkergeha 58an a hêzên bejahiyê yên artêşa Tirkiyê li navçeya Bordorê kir.