Çavkaniyên nûçeyan Pêncşemiyê bi şev qala teqîna erebeyeke bombebarkirî li bajaroka Belede Tilê li derdora bajarê dagîrkirî yê Serîkaniyê li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê rojhilata Sûriyê kirin.
Artêşa Tirkiyê ku deverên curbicur li Sûriyê dagir kirine û çeteyên wê gundê Korhesen ê rojavayê Girê Spî topbaran dikin.
Şervanên PKKê li Geverê li dijî artêşa Tirkiyê ku operasyonek da bû despêkirin, êrişek pêk anî ku di encamê de 7 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin ku yek ji wan payebilind bû.
Wezareta Karên Hundirîn ê Tirkiyê diyar kir ku artêşa vî welatî li parêzgeha Sirtê li dijî PKK operasiyonek daye despêkirin. PKK jî dibêje ku li Wanê 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ji şevê din ve herêma Zengelê ya Dihokê, gundê Rezikê yê navçeya Amediyê û geliyê Bazê yê herêma Kanîmasiyê bombebaran dikin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî wê li Idlibê ya bakurê Sûriyê hatiye kuştin.
Li parêzgeha Bedlîsê ya kurdên Tirkiyê bi hinceta operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê yên dijî PKKê li 24 gundên sînorê wê parêzgehê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin.
Ji ber teqîna erebeya bombekirî li parêzgeha Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.
Li gorî hin nûçeyan, Hêzên Tirkiyê bi veguhestina karwanekî erebeyên leşkerî û kamiyonên tijî çek bo Serîkaniyê, jibo êrîşa li ser bajarê Derbasiyê û bajaroka Ebûrasînê li derdora Hesekeyê amade dibe.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya ragihand ku 5 endamên PKK di encama opersyoneke wan li herêma Metînan li Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dane. Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya PKKê jî ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrgê li başûrê rojhilatê Tirkiyê êrişî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê kirine û hejmareke leşker hatine kuştin.